Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin 2020-01-31 16:00:52   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin da zanîn ku heke ew têkildarî lêpirsîna Tahîr Elçî negihijîn tu encamê dê serî li AYM’ê bidin.    Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin û bên cezakirin di hefteya 213’emîn de jî li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane pêk anî. Parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Broya Amedê Cîhan Aydin axivî û da zanîn têkildarî kuştina Elçî heta niha tu pêşketin pêk nehatiye û divê meqamên darazê lêpirsînê bi encam bikin. Aydin da zanîn ku heke ew têkildarî lêpirsîna Tahîr Elçî negihijîn tu encamê dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    Aydin di dewama axaftina xwe de bal kişand ser windabûna xwenedekara Zanîngeha Mûnzûra Dersimê Gulistan Dokû ya ji 5’ê çile ve agahî jê nayê girtin û got divê Gulistan Dokû demildest were dîtin. Aydin got di lêpirsîna têkildarî Dokû de kêmasiyên cidî hene.