‘Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekîtiyê de israr dike' 2017-12-13 10:25:10 AMED - Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mekiye Guzel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn di yekitiya neteweya kurd de israrê dike û wiha got: “Astengiya herî mezin ya li pêşiya yekitiya neteweyî ya kurd, tecrîda li ser Ocalan e. Bi tecrîdê rê li pêş yekîtiyê jî digirin. Jin dê pêşengiya yekîtiyê bikin.”  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) giranî da xebatên yekitiya neteweyî û hewl dide di demên pêş de li heremê komxebatek pêk bîne. Endama Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Mekiye Guzel der barê giringiya yekitiya neteweyî de axivî û balkişand ser şoreşa Rojava. Guzel, da zanîn ku Kobanê mînaka yekitiya netewî ye û wiha got: "Hêzên navnetewî yên Rojhilata Navîn pêk hatina yekitiya netewiya kurd asteng dikin û wiha axivî: “Yekitiya neteweyî pêk neyê hewldanên ji bo Kurdistanê encam nagire. Dema mirov referandûma Başurê Kurdistanê dinêre, ji ber ku ne biryara neteweyî bû encam negirt. Gelê Başûr xwedî derketinek nîşanda. Lê destkeftiyên Kerkûkê ji dest hatin girtin. Sedema wê yekê ji ber pêkneanîna yekitiya neteweyî ye.”   ‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ DÊ PÊŞIYA ROJHILATANAVÎN VEKE’   Guzel, êrîşên DAÎŞ’ê ya li hemberî Şengalê bibîrxist û wiha got: “Yekîtiya neteweyî pêk hatibûya DAÎŞ nedikarî êrîşê Şengalê bikiraya. Komkujiya li Şengalê çênedibû.” Guzel diyar kir ku bi yekitiya neteweyî mafên kurdan tê armanckirin û wiha berdewam kir: "Yekitî ne ji bo malbatek an jî eşîrekê pêk tê. Ji bo pêşeroja kurdan û berjewendiyên neteweyî pêk tê. Yekitî ne bes ji bo kurdan e, dê pêşiya Rojhilata Navîn jî veke.”   ‘LI HEMBERÎ KURDAN DÎPLOMASÎ DIMEŞÎNIN’   Guzel, da zanîn Rûsya, Îran û Tirkiye li hemberî kurdan di civîna Soçî de kom bûn û xwest gelê kurd jî li hemberî van yekitiya ava bike. Guzel, bi lêv kir ku Tirkiye li ser dijminiya kurdan polîtîka dike û wiha domand: “Astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî, tecrîda li ser Ocalan e. Li hemberî statû bidestxistina kurdan dîplomasî dimeşînin. Ocalan ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn yekitiyê de israrê dike. Heger tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, yekitiya netewî ji dê demek nêz de bê avakirin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan û ava kirina yekitiya netewî dê bandora dominoyê li Rojhilata Navîn bike. Ji ber vê yekê sereke dive herkes ji bo rakirina tecrîdê tebikoşe.”   ‘JIN DÊ PÊŞENGIYA AVAKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIKIN   Guzel, anî ziman ku dema yekitiya netewî pêk neyê li Rojhilata Navîn aştî ji pêk nayê û ev tişt got: “Parçebûna Kurdistanê bandora herî giran li jinan dike. Êrîşên DAÎŞ’ê herî zêde bandor jinê ki lê berxwedana herî mezin jin li hemberî DAÎŞ’ê nîşan da. Jin bo tewahiya Rojhilata Navîn û aştiyê tedikoşe. Jin dê ava kirina yekitiya netewiyê de jî pêşengiyê bidin ser milê xwe.”   MA / Ozgur Paksoy