Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye 2020-01-31 15:08:08 DERSIM - Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu, diyar kir ku waliyê Dersimê derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawiz û windakirinên dawî yên li Dersimê zêdebûne de, tu daxuyaniyan nade û got: “Berpirsê hemû bûyerên li bajêr rû dide walîtiye.” Alîkarê Hevserokê Giştî Berpirsê Rêxistinbûyîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Alîcan Onlu, derbarên tundî, tacîz, tecawiz û windakirinên dawî yên li Dersimê zêdebûne de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Onlu, diyar kir ku waliyê Dersimê derbarê bûyerên tundî, tacîz, tecawiz û windakirinên dawî yên li Dersimê zêdebûne de, tu daxuyaniyan nade û got: “Berpirsê hemû bûyerên li bajêr rû dide walîtiye. Îdîayên tacîzê yên li dijî xwendkarên jin ên Zanîngeha Mûnzûrê, îstîsmarkirina zarokan a li Pertekê û herî dawî windakirina xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû dide nîşandan ku erdnîgarıya Dersimê bi destê pergalê, bi polîtîkayên dejenerekirinê rû bi rû ye. Di serî de li bajarên kurdan, li pişt taciz, tecawîz, îstîsmar û tundiya li dijî zarok û jinan karmendên dewletê û kesên bi desthilatdariyê re dinava têkiliyan dene, hene.”