Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin 2020-01-31 14:15:16 AMED – Dozger beriya danişîna duyemîn a doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin û niha girtî ye biryara cezakirinê da û xwest bi angaşta “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan were cezakirin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî ji wezîfeyê hat girtin. Mizrakli di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar Hîcra Berna Ayverdî de li ser dane bi angaşta “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Bi daxwaza ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan were cezakirin doz hatibû vekirin. Mizrakli di danişîna ewil a dozê de ku hatibû lidarxistin nehatibû berdan. Dozger beriya danişîna dozê ya dê di 10’ê sibatê de were lidarxistin, biryara cezakirinê ango mutalaya xwe eşkere kir.    Dozger di mutalaya xwe de xwest Mizrakli bi angaşta “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê girtîgehê lê were birîn.