Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn 2020-01-31 12:35:16 ENQERE– Girtiyê Girtîgeha Ewlehiya Bilnd a Tîpa F a Boluyê Ahmet Akkurt, ji bo der barê tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bibe xwedî agahî, faks şand. Lê faks bi hinceta “Bi saqince ye" nehat şandin. Akkurt serî li AYM'ê da, lê AYM'ê got “Hat famkirin ku motivasyonê bilind dike" û red kir.  Girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Boluyê Ahmet Akkurt, piştî hewldana 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi boneya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de bibe xwedî agahî di 17'ê Tîrmeha 2016'an de faks şand. Lê rayedaran bi hinceta "faks bi saqince ye" nedan Ocalan. Li ser ve yekê Akkurt di 30'ê Îlona 2016'an de bi sedema “Hurriyeta ragihandinê hatiye îhlalkirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehin (AYM) da. AYM'ê bersîv da Akkurt û serlêdan red kir. AYM'ê di bersîvê de got: “Hat famkirin ku motivasyonê bilind dike" û serlêdana Akkurt red kir.    Akkurt di faksê de diyar kiribû ku ji ber agahiyê ji Ocalan nagikirin bi fikar in. Akkurt di faksê de hevi dike ku rewşa Ocalan baş be û agahiyên baş bistîne.     Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Saziya Înfazê ya Boluyê (Lijneya Disiplinê) diyar kiribû ku biryarek wisa nedane. Akkurt, têkildari biryara fakse de serî li Hekîmtiya Înfazê ya Boluyê dabû. Dadgeha Cezayên Giran a Boluyê biryara Saziya Înfazê ya Boluyê li gorî usulê pênase kiribû û serlêdana Akkurt red kir. Herî dawî AYM'ê jî bi hinceta motîvasyonê bilind dike" itîraza Akkurt red kir.      MA / Berivan Altan