Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine 2020-01-31 12:10:56   COLEMÊRG – Hat angaştkirin ku rêveberiya girtîgehê û gardiyanan li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê heqaret li girtiyan kirine û xwestine provokasyonê derxin.    Hat angaştkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê rêveberiya girtîgehê û gardiyanan heqaret li girtiyan kiriye. Dilgeş Yaşar ê li wê girtîgehê girtî ye di 29’ê çile de bi telefonê li malbata xwe ya li Geverê geriyaye û destnîşan kiriye ku ew bi binpêkirinên mafan û heqaretan re hevrû mane. Yaşar da zanîn ku gardiyan her tim heqaretê li wan dikin û dixwazin provokasyonan bikin da ku pevçûn derkeve û êrişî wan were kirin.