Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin 2020-01-31 11:09:42 XARPÊT - Derket holê ku avahiya li Bajaroka Gezîn a Navçeya Madenê ya Xarpêtê di erdhejê de hilweşiya û têde 4 kesan jiyana xwe ji dest dan li ser avzêlê hatibû avakirin. Karkerê înşaeta avahiyê Suat Onen diyar der barê avahiyê de di sala 2011'an de biryara hilweşînê hat dayîn û wiha got: "Avahiya ku wê demê nehat xerakirin niha ji 4 kesan re bû goristan. Rayedar berpirsiyarê vê yekê ne."  Li Xarpêtê di 24'ê Çileya 2020'an de erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hatibû. Di erdhejê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde bandora xwe li Bajaroka Gezîn a Navçeya Madenê ya Xarpêtê kir. Di erdhejê de avahiya Mavî Gol a 6 qat ku 20 daîre têde hebûn hilweşiya û 4 kesan têde jiyana xwe ji dest dan. 4 kes jî bi birîndarî hatin xelaskirin. Di erdhejê de Pinar Dişli tevî pitika xwe ya 6.5 mehî û zarokê xwe yê 13 salî Miraçcan û Rabia Bugdayli ya 29 salî jiyana xwe ji dest dan. Meriç Dişli (42) û Rabia Bugdayli (65), bi birîndarî hatin rizgarkirin. Niha li serwîsa ortopedî ya Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekin a Xarpêtê tên dermankirin. 2 eskerên di avahiyê de jî xwe avêtin xwar û xwe rizgar kirin.    LE SER AVZÊLÊ HATIYE AVAKIRIN   Derket holê ku avahî di sala 1990'an de li ser avzêlê hatiye avakirin. Wê demê keyayê Gezinê Ahmet Kinik li gel ku ev yek îtîraz kir jî dîsa avahî li ser avzêlê ava kirin. Dema Waliyê Xarpêtê yê wê demê hat Gezînê, Keyayê Gezînê Ahmet Kinik ji walî re gotibû "Dema ez zarok bûm min li vir avjenî dikir. Ev der avzêl e. We ev avahiya bilind li vir çêkir, lê wê ji mirovan re bibe goristan." Lê tevî vê hişyariyê walî tu gav neavêtibû. Derket holê ku di erdheja 2011'an a li Xarpêtê de zerar dîtbû û der barê avahiyê de biryar hatibû girtin ku bê xerakirin. Lê tevî vê biryarê, avahî nehat xerakirin û di erdheja 24'ê Çile de ji 4 kesan re bû goristan. Karkerê înşatê yê wê demê Suat Onen ê 55 salî jî anî ziman ku bingehê avahiyê tune bû û avahî li ser avzêlê hatiye avakirin. Onen, anî ziman ku avahiya di dema xwe de nehat xerakirin îro ji bo mirovan bu goristan û wiha got: "Me îro ev mirov bi destê xwe defin kirin. Rayedar berpirsiyarê vê yekê ne."    Onen, da zanîn ku welatî Meriç Dîşlî yê di avahiyê de birîndar bû û hat rizgarkirin, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û wiha berdewam kir: "Dîşlî li qatê duyemîn ê avahiyê daîre kirê kiribûn û erdhejê ew di mal de zevt kirin. Şewşa malbata Dîşlî nebaş bû û nêzî 100 hezar deynê wan hebû. Bav, Dayik û zarokên Dîşlî ji bin kavilan hatin rizgarkirin.    Dermankirina kesên di avahiyê de birîndar bûn li nexweşxaneyê didome.      MA / Mehmet Şah Oruç - Lezgin Akdeniz