Derewek ji derewên AA, ÎHA û DHA'yê 2017-12-13 09:40:02 ŞIRNEX – Çapemeniya hewzê di 6'ê Kanûnê de bi sernavê "Navenda ragihandinê ya PKK'ê ya li Silopiyayê hat rûxandin" nûçeyek weşand. Derket holê ku tu rastiyeke vê nûçeyê tune ye. Ji ber bûyera ku 4 meh berê qewimî û tu eleqeya wê bi rêxistinê re tune ye, der barê 3 kesan de dosya hat amade kirin û piştî li her sê kesan herkê 20 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn, dosye hat girtin.  Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) di 6'ê Kanûnê de bi sernavê “Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê navenda ragihandinê ya rêxistina terorê ya PKK’ê hat rûxandin” nûçe parve kirin. Lê derket holê ku ev nûçe bi tevahî derew e. Di nûçeya ku çapemeniya hewzê parve kir de, hat gotin ku komeke leşker piştî 4 mehan li Taxa Cumhuriyetê lêkolîn pêk anîn, avêtin ser kargehekê û 2 kesan binçav kirin. Her wiha di nûçeya ku wekî bûyereke nû be hat weşandin de, hat îdiakirin ku navenda avêtine ser aîdî PKK’ê ye. Dîsa di lêgerînê de qaşo 20 hezar kartên telefonan, 8 modem, 8 amûrê xetan û kabloyên di ragihandinê de tên xebitandin hatine desteserkirin. Nûçeya ku 6 roj berê hat weşandin û berdewamiya wê nehat, der barê 2 kesên qaşo hatine binçavkirin de jî nûçe nehatin çêkirin.     BÛYERA 4 MEH BERÊ, WEKÎ KU NÛ QEWIMIYE BE   Welatiyên li nêzî kargehê rûdinên û dixebitin, aşkera kirin ku tu rastiyeke vî tiştî tune ye. Li gorî agahiyên hatin girtin, komek leşker di meha Tebaxê de bi ser kargeheke li ser Riya Armûşê de digirin. Lê ji ber ku kes di dikanê de tune ye, leşker bang li welatiyên ku her dem li wir disekinin dikin û wan binçav dikin.   PIŞTÎ ÎFADEYÊ SERBEST HATIN BERDAN      Piştî lêkolînan derket holê ku 2 kesên li derveyê navçeyê dimînin, kargeh vekirine. Hêzên dewletê bangî her du welatiyan dikin û ji wan hat xwestin ku bên û îfadeyê bidin. Piştî îfadeyê her çar welatî jî serbest hatin berdan. Ji bilî hevjîna xwediyê kargehê, der barê 3 kesan de lêpirsîn hat vekirin.   CEZA LI WELATIYAN BIRÎN   Doza ku 2 hefte berê bi encam bû, bi hinceta "Ji derveyê qanûnê navenda ragihandinê vekirine", li her welatiyekî 20 hezar TL, bi giştî 60 hezar TL cezayê pereyî hat birîn. Parezerên doz şopandin, aşkera kirin ku cezayê pereyî rast e û bertek nîşanî nûçeyên derew dan. Parêzeran destnîşan kir ku dosyayek beriya niha bi encam bûye, careke din hatiye rojevê û 3 malbat mexdûr bûne. Parêzeran têkildarî naveroka dosyayê agahî nedan.