Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike 2020-01-31 10:04:37 STENBOL - AKP'ê bi zagonan erka bekçiyan xurt kir û mîsoger kir. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, bertek nîşanî vê guhertinê da û wiha got: "Ev erkdarkirina bekçiyan dê encamên xerab bi xwe re bîne. Divê hemû beşên civakê li dijî vê guhertinê derkevin."  Îqtîdara AKP-MHP'ê bi guhertina zagonê erk û rola bekçiyên taxan zêde kir. Bekçîyên taxan êdî dê karibin nasnameyê ji welatiyan bipirsin û bi çekan bigerin. Qanûna ku ji 18 xalan pêk tê û erka bekçiyan wekî ya polîsan zêde dike ji aliyê Komîsyona Karên Hundir a Meclîsê ve bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, bal kişand ser talûkeya vê guhertinê û wiha got: "Berê dadgehê der barê bekçiyên kolanan de gotibû "Bekçî nikarin li nasnameyan binerin. Nikarin nasnameya welatiyan di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas bikin. Lê îqtîdar ji bo rê li pêş vê biryara dadgehê bigirin zagon guhert. AKP bi vê guhertinê dixwaze îqtîdara xwe biparêze. Dixwaze ewlehiya îqtîdara xwe xurt bike. Ev xuya dike ku AKP polîsan têr nabîne. Ji ber vê yekê ev pergala bekçiyan xist meriyetê. AKP, bi pergala bekçîyan dixwaze hemû agahiyan di destê xwe de kom bike. Dixwaze bi vê yekê hemû beşên civakê têxe tora xwe.    ‘ARMANCA EWIL JIN IN'    Gulum, destnîşan kir ku bi vê pergala bekçîyan dixwaze li taxê notirvaniya sincî bike û wiha lê zêde kir: "Aliyekî din ê bekçiyan jî ewe ku li taxê notirvaniya sinc bike. Îqtîdar dixwaze li gorî xwe jiyanekê û sincekî ava bike. Dema wisa be ewil jin dê bibin armanc. Kesên LGBT+  dê bibin armanca bekçiyan. Ji ber ku îqtîdar dixwaze li gorî xwe cil û bergê civakê bi teşe bike. Yên li dijî vî rolî tev bigerin dê mudaxaleyî wan bikin. AKP bi van bekçiyan dixwaze ewheyî û îqtîdara xwe xurt bike."    'WÊ ENCAM XERAB BE'   Gulum, da zanîn ku erka çekdayînê ya bekçiyan dê li ser civakê xeterî û talûkeyek mezin pêş bixe û wiha bi dawî kir: "Mirovên ku sînorê erka xwe nizanibin û erka çekê bidin wan dê encamên talûke ava bike. Ev tê wateya ku dê li kolanê bi hêsanî mirovan bikujin. Ger ku peyvirdarê dewletê be, polîs û esker be, ji ber kuştina welatiyan nayê darizandin. Der barê wan de hindik doz jî tên vekirin. Li wir beraet dikin. Di rewşek wisa de erkdayîna bekçiyan a çekan dê talûkeyek mezin bi xwe re bîne. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê hemû beşên civakê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.      MA / Nacî Kaya