Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn 2020-01-30 19:12:02     AMED - Îdianameya derbarê Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fîlîz Bûlûttekînê de hat amadekirin. Dozger, xwest 15 sal ceza li Bûlûttekînê bê pirsîn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdinameya derbarê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekînê de amade kir. Dozgeriyê xwest ku ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza li Bûlûttekînê bê birîn. Yek ji tişta Bûlûttekînê pê tê tawanbarkirin jî tevlêbûna bîranîna Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin e ku Aydin ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû kuştin.