Binpêkirina mafan li Girtîgeha Xarpêtê zêde dibe 2017-12-13 09:37:21 XARPÊT - Girtiyê siyasî Mahmût Doner ê li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê dimîne, ji ber her binpêkirinên mafan zêde dibin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.  Girtiyê bi navê Mahmût Doner ê di Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê de ye, ji ber ku her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde dibin nameyek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şand. Doner di nameyê de diyar kir ku di meha Nîsanê de wî ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê sirgûnî ya Jimare 2'yan kirine û di dema sirgûnê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde dibin. Doner pêkanînên li girtîgehê wek "qelandina xwê" wesifand.    ‘EM NE PERSONELÊN WEZARETA DADÊ NE'    Doner, diyar kir ku ew di hucreyên 3 kesî de tên ragirtin û her ku ew ji hucreyê tên derxistin pêlavên wan ji lingên wan tên derxistin û dema ew vê yekê nakin gardiyan gefan li wan dixwin û mafê wan ên hevdîtinê tên binpêkirin. Doner diyar kir ku hejmara pirtûkan hatiye sînordarkirin û kovaran nadin wan. Doner di nameya xwe de ev tişt gotin: "Ji meha Cotmehê ve em bi êrîşeke ku hemû mafên me bin pê kir re rû bi rû mane. Ji ber ferzkirina nasnameyê mafên me yên girtiyan tên binpêkirin. Em girtiyên şoreşger in, ne personelê Wezareta Dadê ne."    Doner, got ku ji ber ew li hemberî ferzkirinan derketine der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û serlêdanên wan ên li Dadweriya Înfazê jî bi hinceta "ne li gor qanûnê ne" hatine redkirin.    Doner, di berdewamiya nameya xwe de dest nîşan kir ku ev zext û zoriyên dijwar li tevahiya welat li hemberî kesên muxalif heye û em jî nesîbê xwe ji van êrîşan werdigirin. Doner dest nîşan kir ku divê her kes li hemberî binpêkirin û xespkirina mafan tev bigerin.