Malbatên Pirsûsê ji bo dozê ber bi Rihayê ve derketin rê 2020-01-30 15:11:05 STENBOL – Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û gaziyên Pirsûsê ji bo sibê beşdarî danişîna dozê ya Komkujiya Pirsûsê bibin ji Stenbolê ber bi Rihayê ve derketin rê.  Endam û rêveberên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, SGDF û ESP’ê ji bo danişîna 13’emîn a doza Komkujiya Pirsûsê bişopînin ji Stenbolê ber bi Rihayê ve derketin rê. Şande beriya derkeve rê li ber Şaredariya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê û pişt re derket rê. Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Yoldaş Aydin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Înîsiyatîfê Emrah Topaloglû daxuyanî da û got ew ji bo piştevaniyê û edaletê diçin Rihayê beşdarî danişînê dibin.    Şande piştî daxuyaniyê derket rê.