AYM’ê ji bo girtî Kocaturk biryara mafê wî hatiye binpêkirin da 2020-01-30 14:58:04   ENQERE – AYM’ê serlêdana girtî Resûl Kocaturk ê ku destûra wî nehatibû dayîn beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe erênî dît. AYM’ê sepana li ser Kocaturk wek binpêkirina maf nirxand û xwest ku 5 hezar û 500 TL tazmînat bo Kocaturk were dayîn.  Girtî Resûl Kocaturk li Girtîgeha Tîfa F a Kirikkaleyê tê ragirtin. Di 5’ê nîsana 2016’an de bavê Kocaturk, wefat kiribû û xwestibû beşdarî merasîmê bibe. Dadgeha Înfazê ya Girtîgehê daxwaza beşdariya Kocaturk a merasîmê red kiribû. Kocaturk li dijî vê redkirinê bi awayek takekes serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. AYM’ê serlêdana Kocaturk nirxand û biryara binpêkirina ya “mafê parastina jiyana taybet û parastina jiyana malbatê” da û astengkirina beşdariya merasîmê wek binpêkirina maf dît.    Her wiha AYM’ê biryar da ku 5 hezar û 500 TL pereyê tazmînata manewî ji bo Kocaturk were dayîn.    MA / Bêrîvan Altan