OHAL rabû, lê qedexeyên li Dîlok, Şirnex, Colemêrg, Çewlîk û Wanê ranebûn 2020-01-30 14:48:49 NAVENDA NÛÇEYAN - OHAL a di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hat îlankirin, piştî 2 salan di Tîrmeha 2018'an de rabû. Li gel OHAL bi awayekî fermî rabû jî qedexeyên li bajarên Kurdistanê didomin. Li Colemêrg, Wan, Şirnex, Mêrdîn, Dersîm, Çewlîk, Dîlokê qedexe li ser qedexeyan tên îlankirin. Herêmên jiyanê li mirovan tên qedexekirin û çalakiyên nava bajar tên qedexekirin.  OHAL di 19'ê Tîrmeha 2018'an de rabû, lê qedexeyên li bajaran, binpêkirina mafan bi dawî nebûn. Her çend OHAL bi dawî bûbe jî dîsa tundiya li ser mirovan gelek zêde ye. Piştî OHAL bi dawî bû jî qedexeyên li ser bajarên Kurdistanê didomin.    Walîtiya Wanê ji 21'ê Mijdara 2016’an heta niha bê navber her ji 15 rojan carekê û ji  mehê carekê hemû çalakiyên rêxistin û saziyên sivîl qedexe dike. Qedexe li ser qedexeyê tên îlankirin. Dîsa li Colemêrg, Şirnex, Çewlîk, Dersim û Mêrdînê jî bê navber herêmên taybet ên ewlehiyê tên îlankirin û ketina herêman li welatiyan tên qedexekirin. Di nava mehekê de qedexeyên li Bajarên Kurdistanê hatin îlankirin wiha ne:     *30 Çile 2020 - Walîtiya Şirnexê, li navenda bajar û navçeyên Cizîr, Silopya, Qileban, Basa û Elkê 15 herêm ji bo 15 rojan weke 'Herêma Ewle ya Taybet a Demkî' îlan kir.   *28 Çile 2020 - Walîtiya Colemêrgê, bê navber li bajê çalakiyan qedexe dike û bi van qedexeyan welatî bêzar kiriye. Walîtiyê 15 rojên din qedexeya çalakiyan ên li bajêr dirêj kir. Walîtiyê diyar kir ku ji 29’ê Çile heya 12’yê Sibata 2020’an, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, kon vedan, kampanyayên îmzeyan li darxistin û belavok belavkirin qedexe kirin.   * 26 Çile 2020  - Walîtiya Colemêrgê bê navber qedexeyan îlan dike. Walîtiya Colemêrgê navenda Colemêrgê jî di  navde li 5 herêman, qedexeya ketin û derketina qadê îlan kir. Walîtiyê ji bo 5 herêman heta 15 rojan ketin û derketina welatiyan qedexe kir.    11 Çile 2020 - Walîtiya Colemêrgê aşkere kir ku li Navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û Navenda Bajarê Colemêrgê jî di navde li 5 herêman "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kiriye. Walîtiyê diyar kir ku di navbera 12 -26'ê Çile de qedexe ilan kiriye.    31 Kanun 2019  - Walîtiya Çewlîkê diyar kir ku li 35 nokteyên 7 navçeyên Çewlîkê heta 01'ê Çileyê 2020'an heta 31'ê Kanûna 2020'an salekê "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kiriye.    * 31 Kanun 2019 - Walîtiya Şirnexê diyar kir ku li Navenda Şirnexê û navçeyên girêdayî wê li 15 herêman di navbera 1-15'ê Çileya 2020'an de qedexeya "Herêma Ewlehiya Taybet " hatiye îlankirin.    30 Kanun 2019: Walîtiya Dîlokê diyar kir ku li seranserî sînorê Dîlokê 48 qad di navbera 1- 15'ê Çileya 2020'an heta 15 rojan "Herêma Taybet a Ewle" hatiye îlankirin.