Mexdûrên Erdhejê : Alîkariya xwe bişopînin 2020-01-30 13:34:31   XARPÊT - Mexdûrê Erdheja Xarpêtê Sînan Yildirim, diyar kir ku alîkariyên ku tên şandin nagihîjin mexdûrên erdhejê û xwest ku kesên alîkarî dişînin alikariyên xwe bişopînin.   Pirsgirêkên mexdûrên Erdheja Xarpêtê ya bi pîleya 6.8 ku navenda wê navçeya Xûxê bû, didomin. Destûr nayê dayîn ku gel bikeve bînayên xesarên wan hatine tespîtkirin. Gel li konên ku ji bo demeke hatine danîn dimînin. Ji ber hewaya sar kesên ku di konan de dimînin gelek zehmetî dikişînin. Mexdûrên erdhejê diyar dikin ku di asteke têrker de alîkarî nayê kirin û alîkariya tenê bi ser AFAD'ê re şaş dibînin. Mexdûrê erdhejê Sînan Yildirim ku nikare bikeve mala xwe ya li taxa Kirklarê ya xesar dîtiye, diyar kir ku malbata wî ji navenda Xarpêtê derbasî gund bûye.    'EM DI REWŞEKE ZOR DE NE'   Yildirim, destnîşan kir ku ji alîkariya ku ji Xarpêtê re tê şandin sûd wernagirin û wiha got: "Ji roja ku erdhej pêk hatiye heta niha em mexdûr in. Weke hûn jî dibînin berf dibare, ji ber sermayê kesekî ku nexweş neketibe nemaeye. Roja destpêkê ji me re gotin ku biçin Miduriyeta AFAD'ê ya bajar bila alîkariya kon û xurek bidin we. Piştî ku me daxwaznameya xwe da hundir, rayedaran ji me re got ku dê heta 3 saetan alîkarî ji me re bê. Lê hê jî negeriyan e û ne pirsî ne."   'ALÎKARÎ NAGIHÎJE ME'   Yildirim, anî ziman ku malbata xwe ji neçarî şandiye gund û ev tişt gotin: "Li gund li malekê 50 mirov dimînin. Kesê ku mazûrvaniyê dike dê heta kîngê li ber xwe bide. Em jî 4 roj in di wesayîtan de dimînin. Xwedê ji mirovên ku alîkariyê dişînin razî be. Lê alîkarî nagihîjin cihê xwe. Alîkariya ku tê kirin gelo ji kur re diçe? Bawer bikin em gelek meraq dikin. Herkesê ku alîkarî dişîne divê alîkariya xwe bişopîne. Em di rewşeke zor de ne. Divê alîkariya ku tê kirin bigihîje me. Lewre pêwîstiyên me yên lezgîn hene. Êdî taqeta me nemaye."