Ji Rûsyayê heyetek bi Barzanî re rûnişt 2020-01-30 12:31:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê KDP'ê Mesûd Barzanî, bi heyeteke Rûsyayê re hevdîtin kir û gumanen xwe yên ji bo pêşeroja kurdên Sûriyeyê û pêşniyar û nêrînên xwe yên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bi heyetê re parve kir.  Serokê KDP'ê Mesûd Barzanî, li navçeya Selahaddîn a Hewlerê, Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhaîl Bogdanov jî di nav bi heyeteke Rûsyayê re hat gel hev. Sefîrê Rûsyayê yê Bexdayê Maksîm Maksîmov, Serkonsolosê Rûsyayê yê Hewletê Oleg Levîn, komeke dîplomatên rûs û nûnerên şîrketa Gazpromê jî tevlî hevdîtinê bûn.    Bogdanov, di hevdîtinê de selamên Sewrokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Rûsyayê Mîhaîl Mîşûstî ji Barzanî re ragihand û got ku Barzanî dostekî mezim ê gelê rûs e. Bogdanov, destnîşan kir ku Herêma Federa ya Kurdistanê di dabînkirina ewlehiya Rojhilata Navîn de xwedî roleke girîng e û got ku dixwazin têkiliyên xwe yên dûalî bi pêş bixin.    Barzanî jî di hevdîtinê de qala têkiliyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir û ev tişt got: "Divê ev têkilî hê zêdetir bên pêşxistin." Barzanî, gumanen xwe yên ji bo pêşeroja kurdên Sûriyeyê û pêşniyar û nêrînên xwe yên ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd bi heyetê re parve kir.