Tirkiye di nelirêtiyê de li binî xistiye: Têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê re wê zêdetir bibe 2020-01-30 11:05:38 ENQERE - Aborîzan Azîz Konûkman, diyar kir ku di dîroka Endeksa Têgihîn a Nelirêtiya Cîhanê de, Tirkiye puana herî kêm girt û got: “Di vî warî de Tirkiye di rewşa herî xiraba deye. Her ku desthilatdarî zêde bibe, wê nelirêtî jî zêdetir bibe.” Rêxistina Zelaliya Navneteweyî, her sal serkeftina xwe ya têkoşîna li dijî nelirêtiyên welatiyên cîhanê yên Endeksa Têgina Nelirêtiya Cîhanê di weşîne û di rojên derbasbûyî de encamên xwe yên sala 2020’an ji raya giştî re aşkere kiribû. Di Endeksa Têgîna Nêlirêtiya Cîhanê de, di nava salekê de heya hejmara 13’an daket xwarê û Tirkiyeye dinava 180 welatina de, di rêza 91’emîn de cih girt. Tirkiye bi vî awayî di rêza herî jêr de cih girt. Li gorî 28 welatên berendamên Yekitiya Ewropayê (YE), di rêza herî dawî de cih girt. Di nava 36 welatên endamên Rêxistina Pêşketin û Hevkarî ya Aboriyê (OECD) de, Tirkiyeyê di rêza duyemîn de cih girt. Dinava welatên G20 de jî di rêza çaremîn de cih girt.     Li Tirkiyeyê, Endeksa Têgîna Nelirêtiyê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Li gorî pisporan, Tirkiye di warê aboriyê de di rewşeke herî zor deheye û ev rewş wê di demên pêş de xirabtir bibe.    ‘HEYA KU DESTHILATDARÎ HEBE WÊ NELİRÊTÎ ZEDE BIBE’   Prof. Dr. Azîz Konûkman, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka nelirêtiyê, li tevahiya cîhanê bûye pirsgirêkek girîng. Konûkman, anî ziman ku bi biryara 24’ê Çile re li Tirkiyeyê qanûn hat biçûk kirin û wiha got: "Bi vê re sektora taybet mezin bû û êdî îhale ji bo sektorên taybet hatin dayîn. Vê jî nelirêtî zedetir kirin. Polîtîkayên neo-lîberal nelirêtiyê pêş dike. Niha şîrketên navnetewî dikevin îhaleyan. Zarokên cîna rêveberên pergalên kapîtalîst ên pêşketî, di nava van şîrketên navneteweyî de cih digirin. Ev jî dide nîşandan ku şîrketên kapîtalîs van nelirêtiyan bi rêve dibin. Di nava welatiyên cîhanê yên sêyemîn de ji bo bikar anîna van bertîlan, hinek dibînin. Dûre dibêjin ‘Pergal xitimiye û pêş nakeve.’ Di vir de tiştek wiha derdikeve holê; Ev pergal êdî nikare bi demokrasiyê re bimeşe. Yanî teorî ji me re dibêje ku polîtîkayên neo-lîberal encex bi rejîma leşkerî bê birêve birin. Di encamê de, her  ku desthilatdarî zêde bibe, nelirêtî jî zêdetir dibe.”   ‘WÊ VEBERDÊRAN BITIRSÎNE’   Endamê Hîndkariyê Zanîngeha Paytextê Prof.Dr.Ahmet Şahînoz jî, dest nîşan kir ku zêdebûna Endeksa Têgîna Nelirêtiyê ya Tirkiyeyê, wê aboriyê welat zêdetir bixe nava zoriyê û wiha axivî: “Rêjeya nelirêtiya welatekê, herî zêde bandorê li mezinbûna Bazar wî welatî dike û ev xwedî girîngiyek mezine. Ji ber vê yekê têgîna nelirêtiya Tirkiyeyê, wê rast rast bandorê li veberdêrên sermayeyên biyanî bike û dê hatina wan a Tirkiyeyê kêm bike. Bi taybetî wê veberdêrên sermayêyên mezin bitirsîne. Vederbûn, tê wayeta ewlekariya pêşerojê. Ger mirov baweriya xwe bi welatekê neyinin, wê demê ji bo pêşerojê jî wê nekarin li wî welatî vederbûnê bikin.”   ‘BAWERIYA BI AKP’Ê KÊM BÛYE’   Aborzan Mûstafa Sonmez jî, da zanîn ku di warê aboriyê de baweriya bi AKP’ê kêm bûye û wiha bilêv kir: “Bi nelirêtiyan aboriya welat pir ketiye. Têkiliya AKP’ê ya bi sermaye re, tenê meyl girtine. Êdî mirov vê yekê dibînin. Bêguman baweriya bi dewleta AKP’ê bi kêm bûye. Îhaleyan tenê didin alîgirên xwe. Dîsa mirovên nêzî xwe, dikin daîreyên dewletê de. Di encamê de wê, têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê de, wê di demên pêş de zêdetir bibe.”   MA / Selman Guzelyuz