Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e 2020-01-30 10:50:00 AMED - Metîn Karadogan ê beriya Doza Sereke ya Sûrê hat girtin û piştî bi polîsên TEM'ê re li hev kir hat berdan. Karadogan piştî demekê dîsa hat girtin. Karadogan li xwe mukur hat û got: " Şahidê nepen ê bi kodê "Mudanya 2016" ez im. Her tişt bê kok û derew e"    Dema qedexekirina kolanan a Navçeya Sûrê zarokê 17 salî Metîn Karadogan piştî ligel kesên "Ji herêma qedexe derket" hat girtin, beriya Doza Sereke ya Sûrê bi kodê “Mudanya 2016” bû şahide nepen ê doza Sûrê. Karadogan, li xwe mukur hat ku şahidê nepen ê bi kodê "Mudanya 2016" ew e û wiha got: "Piştî ez hatim girtin û ez şandim girtîgehê, polîsan bi şertên min "Serbest berdin" îfade bi min dan îmzekirin. Ez piştî 9 mehan girtî mam, ez serbest hatim berdan. 10 meh şûnde bi hinceta "Erkdarekî cemaweriyê kuştiye" ez dîsa hatim girtin. Piştî doza min bi Doza Sereke ya Sûrê re bû yek, ez fêr bûm ku min wekî şahidê nepen nîşan dane.    Metîn Karadogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsusê girtî ye, ji girtîgehê  ji bo Doza Sereke ya Sûrê parastina xwe ji Dadgeha Cezayên Giran a 5'emîn a Amedê re şand. Karadogan di îfadeya xwe de wiha got:  "Îfadeya min a nivîskî ya ji bo 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ye. Navê min Metin, paşnavê min Karadogan. Ez di 1'ê Kanûna 1999’an de li Navçeya Rezan a Amedê ji dayik bûm. Malbata min pir xizan bû. Ji ber vê yekê neçûm dibistanê. Tenê di salên 2007/ 2008'an de li gel 2 birayên xwe çûm dibistana astengdarên aqil. Ji ber diçûm ve dibistanê, malbatê li ser navê me meaş distend. Ez 10 salî bûm min bavê xwe winda kir. Piştî min bavê xwe winda kir ez ji dibistanê reviyam û bêtir li kolanan jiyam. Min dest bi tiryakê kir. Ez bûm tiryakê hişbirê û min êdî nekarîbû dest jê berdim. Min êdî bi malbatê re li hev nekir. Min dest bi diziyê kir."     JI BO EVDO BIBÎNIM ÇÛM SÛRÊ'    Metîn Karadogan, di berdewama parastina xwe de wiha got: "Dema bûyer pêk hat agahiya min ji tiştekî tune bû. "Ji bo Evdo yê dem bi dem ez diçûm ji cem wî hişbir dikirî û bi xwe torbecî bû, çûm Sûrê. Dema ez çûm Sûrê malbatan xaniyên xwe vala dikirin. Min dît ku mirov xaniyên xwe terk dikin. Ji bo ez Evdo bibînim û ji bo ji malên hatin valakirin sûdê bigirim demekê li Sûrê mam. Wê demê dorpêçê dest pê kir û agahiya min jê tune bû. Kengî kolan vala bûn û min kesên bi çek û rûpoş dît min ferk kir. Min xwest derkevin. Lê kolan hatibûn dorpêçkirin û nikaribûm derkevim. Demek dirêj di maleke ku ji malê derketibûn de mam. Dema ez ji bo pêdiviyên xwe bibînim derketim, kesên bi çek ez girtim û di jêrzemînekê de veşartim. Nêzî 4-5 rojan li wir mam. Min 20-25 rojan nan ji wan re bir û anî. Piştre min 2 sivîl dît u li gel wan teslîm bûm. Dema em derketin eskserekî em dîtin û çek li me kişand."     BI ÎŞKENCEYÊ KAXIZ BI MIN DAN ÎMZEKIRIN Û EZ GIRTIM   Karadogan, di berdewama parastinê de wiha lê zêde kir: "Piştî em binçav kirin em birin Şaxa TEM'ê. Li wir bi zora îşkenceyê kaxiz bi me dan îmzekirin. Piştre ez birim şaxa Zarokan. Ji wir jî ez şandim dadgehê û dadgehê ez girtim. Ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê. Dema ez birim Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê ez xistim kawîşa zarokên edlî. Zarokên li kawîşê bê navber ji min re digotin 'Tu xayinê welat e' û îşkence li min dikirin. Digotin 'Tu dê alîkariyê bide dewletê' an jî em ê te li vir bikujin' Gardiyanan bi zorê dixwezin ez nimêjê bikim. Di kawîşê de 10-15 zarokan carekê ez lînç kirim û xwestin min bikujin. Gardiyanan bi zorê ez ji destê wan rizgar kirim. Bedena min di nava xwînê de mabû. Ger ku li arşîvê girtîgehê binerin ev wê bê dîtin. Piştî revirê ez dîsa birim heman kawîşê. Piştre zarokek hat cem min û got 'Sergardiyanê bi navê Şerif ji zarokan re gotiye 'Hûn karê wî temam bikin emê li derve li we binerin' Wê demê ez fêr bûm ku çima zarok wisa nêzîkî min dibin. Piştre gardiyan hat got 'Hinek dixwazin bi tere bi axivin. Ez birim kabîneya hevdîtinê.    GOTIN 'TU DOSYAYÊ ÎMZE BIKE TUYÊ JI ÎŞKENCEYÊ XELAS BIBE'    Wê demê min ew polîsên ku li Şaxa TEM'ê kaxiz bi min dan îmzekirin min dît. Bi min keniyan û gotin 'Derbasî be' Piştre disa dosyayek danîn pêş min û gotin 'Ger ku tu vê dosyayê îmze bike tu dê serbest bê berdan. Tu dê ji îşkenceya li girtîgehê xelas bibe' Ji ber ku îşkence li min dihat kirin û ez tirsiyam min ew dosya qebûl kir û îmze kir. Du polîsan dosya ji min re xwendin. Li ser navê hin kesan wêne û îfade hebûn. Piştî polîsan dosya xwend min îmez kir. Piştre gotin tu dê diu demek nêzîk de bê berdan û çûn. Ez 9 mehan girtî mam. Dema ez çûm dadgehê dadger got 'Tu poşman e ya na' Ji ber ku parêzerê min tune bû û min nizanibû poşmanî tê çi wateyê min qebûl kir. Lê tiştê ku ez poşmam bibim tune ye. Tiştekî poşman bibim min nekiriye. Ez 10 mehan girtî mam. Lê piştî 10 mehan dema ez diçum navçeya Wêranşar a Rihayê ez di nokteya kontrolê de dîsa ji dosyayek din hatim girtin. Ez birim Girtîgeha Hîlwanê û ji wir jî birim Hatayê. Piştre ez birim Girtîgeha Tarsûsê. Ez li Tarsûsê 2 caran bi rêya SEGBİS'ê beşdarî danişînê bûm û min îfade da. Kodê 'Mudanya 2016' li ser navê min çêkirine. Heta niha bi navê şahidê nepen ê 'Mudanya 2016' îfade li ser navê min dane. Lê esl û feslê wê tune. Bê kok e û tev derew e.  Ez dixwazim mexdûriyetea min li ber çavan bigirin û min beraat bikin. Ger ne wisa be jî bi şertê kontrola edlî min berdin.      MA / Aydin Atay