'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?' 2020-01-30 09:20:12 COLEMÊRG – Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê, bal kişandin ser qedexeya li bajêr ku 3 sal in didome û gotin: "Gelo bi daxuyaniyeke çapemeniyê, em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?"  Walîtiya Colemêrgê, Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an hatibû îlan kirin dike hincet û 3 sal in 15 an jî 30 rojê carekê qedexeya çalakî û xwepêşandanên li bajêr dirêj dike. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, bertek nîşandan û gotin: "Gelo em bi daxuyaniyeke çapemeniyê, em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?"    Serokê Şaxa Egîtîm Senê Suleyman Aşkan, destnîşan kir ku bi van qedexeyan pêşî li ber mafên wan î sendîkayî tê girtin û got: "Gava em li sedemên qedexeyê mêze dikin, sedemên wê pir absurd in û li tu mantiqeke hiqûqî nayê. Sedemeke ku mafên me bên astengkirin tuneye. Îktîdar bi vî awayî dixwaze civakê têxe bin banê xwe".Aşkan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze civakeke doza mafê xwe nake biafirîne û got: "Tu yê doza mafê xwe nekî, tu yê serî bitewînî, tu yê nelirêtî û gendeliyên li bajêr neynî ziman. Ji xwe gava çalakî û xebatên me yên ji bo rêxistinbûyînê û beyankirina fikran bên astengkirin tu wateyeke sendîkayan namîne. Lê em ê bi rêyên demokratîk tim û tim bertekên xwe bînin ziman".    'EM EWLEHIYA ÇI TEHDÎT DIKIN?'    Hevserokê Şaxa Senîdkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) Mûsa Bor jî destnîşan kir ku tu îzahiyateke vê yekê tuneye û got: "Êdî em daxuyaniyên xwe li avahiya sendîkayê didin. Bi vî awayî jî bi dehan wesaytên polîsan tên ber avahiya me. Ev yek endamên me jî nerihet dike. Ev yek tesîrê li civakê jî dike. Ji bo nerihetî û pirsgirêkên civakê bînin ziman divê sendîka daxuyaniayn bidin. Lê em nikarin bikin. Bi vî awayî mafên me tên astengkirin. Em saziyên civaka sivîl dengê civakê ne. Daxuyaniyên me ewlehiya tu kesî tehdît nakin. Her wiha niha ji ber zivistanê metreyek berf ketiye erdê. Em ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, kîjan ewlehiyê tehdît bikin?"    Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Pinar Yilmaz jî got: "Ji ber ku gelek dever wekî herêmên ewlehiya taybet hatine ragihandin, azadiya wan î geştê tê astengkirin. Her wiha ev yek ji bo ewlehiya jiyanî jî rîskek e. Ev binpêkirin bi Rewşa Awarte re dest pê kirin. Zêdetirî 3 sal in Rewşa Awarte bi dawî bûye, lê belê hîn jî bi awayekî fiîlî didome. Ev binpêkirina mafan e. Em dixwazin demildest bi dawî bibe û ev qedexe bên rakirin".