Vê carê jî xebatkarekî din ê MARSÛ'yê dest avêtiye jineke astengdar 2020-01-30 09:17:56 MÊRDÎN - Xebatkarekî MARSÛ'ya Şaredariya Bakarê Mezin a Mêrdînê, di dema kontrolkirina saetên avê de, dest davêje jineke astengdar. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.  Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin, berê derketibû holê ku midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê polîs Ercan Ûysaler fuhûş li jinekê ferz kiriye. Lê belê vê carê jî derket holê ku xebatkarê MARSÛ'yê jî tiştekî bi vî rengî kiriye. Li gorî agahiyên bi dest ketin xebatkarê şaredariyê M.A.I. di 31'ê Cotmeha 2019'an de gava ji bo kontrolkirina saetên avê li malan digere, li malekê dest davêje N.E.'ya 19 salî ya astengdar.    Li gor îdiayê; M.A.I, gava ji bo kontrolkirina saeta avê diçe mala navbirî, cixareyekê dide N.E.'yê û pê re jî dest davêjê. N.E. jî di heman rojê de ji diya xwe re dibêje û bûyer bi vî awayî aşkere dibe. Piştî vê dayik diçe Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê û giliyê M.A.I. dike. Piştî vê M.A.I. tê binçavkirin û li xwe mikur nayê.    PEDAGOG: RÎSKA DESTAVÊTINÊ...   Parêzerê N.E.'yê xwest bersûc bê girtin û ji ber ku muwekîla wê di warê zihnî de astengdar e, xwest pedagogeg hevdîtinê pê re çê bike. Piştî vê pedagog hevdîtin bi N.E.'yê re çê kir û got: "Hêla wê ya fizîkî li gor temenê wê ye. Lê belê di warê zihnî de di asta navîn de mental e. Kesên di vê rewşê de tên xapandin û îhtimala destavêtina wan tim û tim birîsk e. Bi awayekî rihet xwe aniye ziman. Bi ya min divê îfadeyên wê esas bên girtin".    Piştî îfadeyan dozgeriyê biryara da ku M.A.I. bê berdan û bi hinceta delîl kêm in biryara "neşopandinê" da.    MA / Ahmet Kanbal