Her sibeh karê wî yê ewil êm bide kevokan 2020-01-30 09:17:16 WAN - Kevokên ku di zivistanê de her sibeh xwe li ser banên avahiyên li dor Parka Ehmedê Xanî datînin, li benda hatina qehwevan Mevlut Îzcî disekinin. Îzcî jî her sibeh gava tê qehwexaneya xwe, berî ku ava çay bide ser pêşî êm dide ber kevokan.  Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, qehwevanê 20 salan Mevlut Îzcî (45), her sibeh êm dide kevokên ku ji ber berfê birçî dimînin. Kevokên ku şeveqê zû xwe li ser banên avahiyên li dor Parka Ehmedê Xanî datînin, li benda hatina Mevlut Îzcî disekinin. Îzcî jî berî ku ava çay bide ser pêşî êm dide ber kevokan.   'BI QASÎ ZAROKÊN XWE HEZ JI WAN DIKIM'    Îzcî, anî ziman ku piştî bazara genim a kevn hat xerakirin kevok birçî dimînin û got, ew jî bi saya kesên heywanhez êm û genim dikire. Îzcî, ji bo bi sedan kevokên ku xwe li parkê datînin her roj bi dehan kîlo genim direşîne. Îzcî, diyar kir ku serê sibehê nêzî 3 hezar kevok xwe li banên avahiyên li dor parkê datînin û got: "Heta berfê paqij dikim perwaz didin. Wê çaxê mirov fêm dike ku çi qasî birçî bûne. Di navbera wan de pevgerîneke wisa xweş heye ku mirov ji ber hestiyar dibe. Çawa êm didim ber wan diqedînin. Zivistanê pêdiviya kevokan tenê bi êm heye. Ez bi wan re eleqedar dibim. Helbet bi tena serê xwe nikarim ji bin êmê wan derkevim. Bi saya alîkariyê em êmê wan peyda dikin".    Îzcî, anî ziman ku bi qasî zarokên xwe hez ji kevokan dike û got, roja yekşemê qehwexaneya wî girtiye lê dîsa jî tê êmê wan dide wan. Îzcî, destnîşan kir ku havînê jî pêdiviya kevokan bi avê heye û ji bo vê gelek caran çûye şaredariyê lê belê tiştek nehatiye kirin.    MA / Dîndar Karataş