Bêdengiya Iraqê gumana ku Şengal firotiye pêş dixe Êrîşa Tirkiyeyê berdewama plana DAIŞ'ê ye 2020-01-30 09:16:05 ŞENGAL - Endamê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Fariz Herbo, bal kişand ser êrîşên li dijî Şengalê û bêdengiya Iraqê û Neteweyên Yekbîyî. Herbo, destnîşan kir ku êrîşa Tirkiye li dijî Şengalê dike, berdewamiya plana DAIŞ'ê ya nîvcomayî ye û wiha got: "Iraq li dijî êrîşên Tirkiye bêdeng e. Bêdengiya wan fikara 'gelo Iraqê Şengal firotiye' çê dike. Ev plana êrîşên nû û şerekî nû ye. Plana fermanek nû ye. Divê KNK û partiyên Kurdistanî Şengalê ji bo xwe wekî xeta sor bibînin û biparêzin." DAIŞ'ê li  Şengalê bi hezaran mirov qetil kirin. Jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi sed hezaran welatî koçber bûn. Êzidî vê qirkirinê wek “Fermana 73’yemîn” pênase dikin. DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bajarê Iraqê Musilê berê xwe da warê civaka Êzidî Şengalê. DAIŞ’ê şev nîvê şevê êrîşî Şengaliyan kir. Kesî ewlehiya Şengalê negirt, ên girtibûn jî reviyabûn. Qad ji DAIŞ’ê re mabû û çavsorî û hovane êrîşî ser welatiyên êzidî kirin. Bi hezaran welatiyên êzidî li Şengalê hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Bi sed hezaran welatî xwe spartin Çiyayê Şengalê. 12 gerîlayên PKK’ê bi hawara êzidîyan ve çûn û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Derb li DAIŞ’ê dan û êrîşên wan asteng kirin. Bi rojan şer dewam kir. Gelek însanan ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Yên mayî jî bi saya hêzên YPG’ê ku korîdorej ji bo herêma Rojava vekirin rizgar bûn.    Êzidiyên di korîdorê de hatin rizgarkirin li Kampa Newrozê ya Rojava hatin bicihkirin. Bi hezaran welatî jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û li kampên bajarên cuda hatin bicihkirin. Bi hezaran êzidî jî bi pêya di sînor de derbas bûn û hatin li bajarên wek Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Şirnexê li kampan bicih kirin.    BI HEZARAN JIN HATIN FIROTIN    Bi hezaran jinên êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin li bazarên koleyan ên Musil, Reqa, Dêra Zorê, Telafer, Minbic û Girê Spî hatin firotin. Ev hovîtî li ber çavê hemû dinyayê qewimî û her kes jê re bêdeng ma. Hêj tê gotin ku 3 hezar jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne.  Komîsyona Lêkolînê ya girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2015’an de qirkirina êzidî pê re rû bi rû man kir rapor. Ancak Konseya Ewlehiyê ya NY’yê heta roja îro tu hewldan ji bo vê qirkirinê nehatiye kirin. Lê qirkirin îro ji bilî Parlamentoya Ewrûpa û Ermenîstanê li 44 eyaletên DYA’yê hat qebûlkirin.     Bi hezaran êzidî jî venegeriyan û niha li cihê lê dimînin bi têkoşîna jiyanê didin. 33 malbatên êzidî 5 sal in li gundê Qorixê ya bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê ve li konan dimînin û têkoşîna jiyanê didin. Yek ji pêşengê Civaka Êzîdî û Endamê Koordînasyona Civak Êzîdî Mam Zekî anga Zekî Şengalî di 15'ê Tebaxa 2018'an de, di êrîşa balafirên şer ên Tirkiyeyê de li çiyayê Sîncarê jiyana xwe ji dest da. Herî dawî di 19'ê Çileya 2020'an de dîsa balafirên şer ên Tirkiyeyê Şengal bombe kir û di êrîşê de Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û 3 endamên parastina rewa jiyana xwe ji dest dan.     Endamê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Fariz Herbo, têkildarî êrîşên Tirkiye yên li ser Şengalê û bêdengiya Iraq û Neteweyên Yekbûyî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Herbo ewil Fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt, Hemît, Êzdîn û Cîlo yên di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: "Em hemû şehidan bibîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. 4 lehengê êzîdî yên di vê pêvajoyê de hedefgirtin, ji bo civaka êzîdî wateyek wê heye. Civaka êzîdî bi van êrîşan doza xwe naşkîne. Dijberî wê dê bêtir doza xwe xurt bikin. Di sala 2014'an de li dijî gelê êzîdî komkujiyek hovane ya pir mezin pêk hat. Ev komkujiya bi destê DAIŞ'ê pêk hat li pêş havê hemû cîhanê pêk hat. Ev komkujî dî dîrokê de komkujiya herî dijwar bû."     Herbo, bibîr xist ku bi belgeyan û geşedanên di nava demê de pêş ket, hat îspatkirin ku destê Tirkiyeyê di nava vê êrîş û komkujiyê de heye û wiha got: "Yê ku serkêşî û hîlafeta vê êrîşê dikir Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û dewleta tirk bû. Bi van êrîşan xwestin milletê êzîdî qir bikin û ji ser axa wan koçber bikin. Xwestin ku gelê Êzîdî carek din nikaribin li welatê xwe û axa xwe vegerin.  Plan û armanca wan a xwest gelê êzîdî tune bikin, bi berxwedana gelê Êzîdî li Çiyayê Şengalê têk çû. Bi sedan qehreman derketin holê û planên DAIŞ'ê pûç kirin. Di pêvajoya ku Cîhanê û bi taybetî dewleta Iraqê xwe li ber êrîşên DAIŞ'ê negirtin û DAIŞ'ê hemû sazî û dezgehên fermî yên dewletê desteser kirin de, rêveberiya xweser li Şengalê hat avakirin, hêza wê ya cewherî û xweser li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da, şer kir û Şengal ji destê DAIŞ'ê  rizgar kir."     Herbo, anî ziman ku wan axa xwe û Şengal rizgar kiriye ku têde azad bijîn û wiha pêde çû: "Ne ku me rizgar kiriye da ku em pêşkêşî dewleta Tirk û hêzên din bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em dê tu carî axa xwe pêşkêşî hêzên dagirker nekin û heta dawî em ê biparêzin. Divê her kes zanibe, ji dîrokê heta îro dijminantiya Tirkiyeyê li dijî civaka êzîdî heye. Bi hezaran leheng û peqrewan ji nava civaka êzîdî derketine. Lê her car Tirkiye ew kirine hedef. "    Herbo ji her kesî pirsî û wiha pêde çû: "Keç û xortên êzîdxanê û civaka me yên êzîdî kengî li Enqere û Stenbolê teqîn çêkirine? Xetereya me ya civaka Êzîdî li ser Tirkiyeyê çiye? Kengî me mirîşkek dewleta Tirk kuştiye. Çima Tirkiye ji bo xwe qeter dibîne? Piştî ku li Cizîr, Serhet, Colemêrg, welatê xalta, bi hezaran gundên êzîdî wekî Bişêriyê û bi dehan gundên din ji civaka êzîdî vala kirin û penaberî welatê Ewropa kirin. Îro ji Şengalê çi dixwazin? Sînore Şengalê bi hezaran km dûrî Tirkiyeyê ye. Metirsiyên Dewleta Tirk ji civaka êzîdî çine?"     'RÊVEBERIYA ME QANÛNÎ YE'    Herbo, bilêv kir ku rêvberiya wan qanûnî ye û wiha berdewam kir: "Em îro li Şengalê bi rêveberiyek qanûnî kar dikin. Em di çarçoveya mafê parastina rewa de kar dikin. Me li dijî qanûnan gav neavêtiye. Ji ber vê yekê divê dewleta Iraqê rastiya xwe bibîne. Dema me ev rêberî û ev sazî ava kirin, me bi diyalogek mezin a bi dewletê re ava kir. Me ev hêz û ev sazî ji xweber ava nekirin. Hêza ku li vir heye hêzek rewa ye. Parastina nirxên xwe û parastina civaka xwe dike. Ger ku îro ev der dibe hedefa êrîşan cihê xemgîniyê ye ku dewlet nikare li gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe xwedî derkeve. Ger ku dewleta Iraqê helwesta xwe wisa bidomîne, pêşeroja dewleta Iraqê dikeve talûkeyek mezin. Ji ber ku DAIŞ xwe ji nûve nû dike."     'ÊRÎŞÊN TIRKIYE BERDEWAMIYA HEDEFA DAIŞÊ YE'   Herbo, anî ziman  ku DAIŞ her roj li Kerkuk, Mûsûl, Ambar û cihên din êrîşî nokteyên eskerî dikin û wiha pêde çû: "Xeteriya ku îro DAIŞ xwe dîsa nû bike li vê mintiqê heye. Îro ne bi navê DAIŞ be jî bi navekî din piştgirî ji DAIŞ'ê re tê kirin. Êrîşên ku Tirkiye dike, tiştê ku DAIŞ'ê temam nekiriye Tirkiye dixwaze temam bike. Êrîşa li ser civaka êzîdxanê çêbûn nûkirina fermanê ye. Birînên civakê nû kirin. Êrîşa li dijî 4 lelengên civaka êzîdî berdewamiya ferman û komkujiyê ye.  Li gorî gelek nûçeyan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bi rayedarên Iraq û Kurdistana Herêma Federal re civîn çêkirin. Beriya êrîşê gefên Tirkiye hebûn û piştî wê êrîş li ser axa Kurdistanê pêk hat.  Ezmanê Şengalê girêdayî Koalîsyona Navdewletî ye. Koalîsyona Navdewletî bêyî Iraqê operasyonekê nake. Dewleta Tirkiyeyê jî bêyî Iraqê operasyonê pêk nîne."     ÇIMA IRAQ LI DIJÎ ÊRÎŞAN BÊDENG E?'    Herbo, bal kişand ser bêdengiya Iraqê û wiha lê zêde kir. "Em ji hemû gelan re dibêjin Iraq li hemberî van êrîşan çima bêdeng e? Rêveberiya Iraqê li beşek Iraqê xwedî derdikeve û li beşekê xwedî dernakeve. Beriya vê êrîşê Endamekî Haşdî Şahbî li Iraqê hat qetilkirin, lê Iraqê qiyamet rakir. Lê rêveberiya Iraqê li dijî êrîşên ku li ser peçeyên din ê Iraqê pêk tê bêdeng e. 4 ciwanên Şengalê hatin qetilkirin Iraqê dengê we nekir. Ger ku Rêveberiya Iraqê li perçeyên din û Şengalê xwedî dernakeve, bila bêje em amade ne ku ji Şengalê heta Besrayê biparêzin. Ger ku îro nikaribin Şengalê biparêzin, nikarin Besrayê jî biparêzin. Ger ku nikaribin Besrayê biparêzin dê nikaribin Şengalê jî biparêzin.  Erdnîgariya Şengalê pirsgirêka esasî ya di sînorê Iraqê de ye. Çima parlamenter ji bo Şengalê bêdeng e. Çima ji bo beşek din dengê xwe bilind dikin. Ev tê wê wateyê ku li ser gelê me yê êzîdî û Şengalê muamereyek nû heye.    BÊDENGÎ GUMANA KU ŞENGAL FIROTIBIN ZÊDE DIKE'    Herbo, fikarên xwe yên ku Şengal firotine jî anî ziman û wiha pêde çû: "Ev bêdengiya wan a li dijî êrîşan gumanan bi mere çê dike ku Şengal firotine. Li ser gelê êzîdî muameratek nû heye. Dixwazin gelê êzîdî ber bi fermanek din bibin. Delîla herî mezin jî di 3 rojên dawî de gelek parlamenterên Iraqê yên ji Mûsûlê çûn bi Brêz Mesût Barzanî re civîyan. Waliyê Mûsûlê pêre civîn çêkir. Dixwazin erebên ku berê li ser civaka êzîdî komkujî çêkirine dîsa li axa Şengalê bi cih bikin. Ew erebên ku dest avêtine keç û jinên Kurd. Dest avêtine rûmeta Kurd. Li ser vegera ereban projeyên wan hene. Lê ne hemû ereb. Erebên hevkariya DAIŞ'ê kirin. Xuya dibe ku ji nûve planek wan li ser axa Şengalê heye. Amadekariya şerekî nû bikin. Ger ku ew ereb vegerin dixwazin dora axa Şengalê dorpêç bikin. Dixwazin gelê Şengalê di vê dorpêçê de bifetisînin û êrîş bikin. Armanca van êrîşan jî ewe ku gelê Êzîdî yê mayî dest ji Şengalê berdin. Yên koçber jî dîsa venegerin Şengalê ye. Beriya êrîşan rojê bi dehan malbat vedigeriyan Şengalê. Lê piştî van êrîşan bêdengiya Neteweyên Yekbûyî fikar û gumana me zêde dike. Xuya dike ku van hêzan çavê xwe ji Erdogan re girtiye. "    'HER KU DARA ÊZÎDIYAN ŞÊN BÛYE ÊRÎŞ KIRINE'    Herbo, ani ziman ku di dirokê de çi çara dara Êzîdxanê şîn bûye û ber girtiye, dîsa êrîşî wê darê kirine û nehiştiye ku ber bigire û got: "Naxwazin pêşeng derkevin. Naxwazin kes pêşengiyê ji civaka êzîdxan re bike. Di dîrokê de pêşeng û lehengên pêşiya civaka êzîdî ronî dikin xelas nebûne û wê xelas jî nebin. Divê her kes û ferdê civaka êzîdî xwe pêşeng civaka êzîdî bibîne. Xwe peşengê fikr, felsefeya bawerî û ola êzîdî bibîne. Ger ku em îro fikr, felsefeya ola xwe neparêzin, kesekî xerîb nayên ji mere naparêzin. Pêşengan dikin hedef ku civak bê xwedî û bê rêxistin bimîne.  Divê her kes zanibe ger ku Hevalê Zekî şehîd bikin em ê pêşengiya xwe zêdetir û mezintir bikin. Ger ku hevalê Zerdeşt şehîd bikin em ê cesareta xwe xurtir bikin. Her bedelekî giran ji me biçe, soza me ya ji wan re dê bêtir xurt bibe.  Helwesta hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kudistana Federel cihê şermezarkirinê ye. Heta niha li dijî van êrîşan daxuyaniyek fermî nedane. Banga me ji rêveberî u hikûmeta Iraqê û Kurdistanê ewe ku li axa xwe xwedî derkevin. Ger ku xwedî dernekevin dê axa Iraqê perçe bikin û li hev parve bikin.    'DIVÊ ÇALAYINA ZÊDE BIKIN'   Herbo xwest Partiyên Kurdistanî û civaka êzîdî li dijî êrîşan çalakiyan zêde bikin û wiha axivî: "Helwesta gelê Kurd, gelê êzîdî cihê rêzgirtinê ye. Lê banga me ji hemû pariyên Kurdistanî, hamû gelê Kurdistanî û bi taybet gelê xwe yê êzîdî ku li seranserî ewropa belav bûne dikin ku çalakiyên xwe yên li dijî van êrîşan mezintir û xurttir bikin. Li ber parlamenter û saziyên dewletên Ewropa, li deriyê Neteweyên Yekbkûyî çalakiyan bikin. li deriyê konsolosên DYA û welatên Ewropa xurt bikin û çalakiyan li dar bişin. Çalakiyên xwe bilind bikin ku ev êrîşê li ser axa Şengalê û gelê Şengalê bê sekinandin."     DIVÊ JI BO KNK'Ê CIVAKA ÊZÎDÎ Û AXA ŞENGALÊ ŞETA SOR BE   Herbo, bang li Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) jî kir û xwest ku ji bo xwe civaka êzîdî û axa Şengalê wekî xeta sor esas bigire û got: "Disa em bang li hemû partiyên Kurdistanî û KNK'ê dikin ku li Şengalê xwedî derkevin û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Xebatek xurt a dîplomasiyê bimeşînin ku ev êrîş bi dawî bibin.  Em jî wekî rêveberiya xweser em ê bi rêveberiya Iraqê re, bi partiyên Kurdan re û di qada navneteweyî de xebatekê bimeşînin ku ev êrîş bi dawî bibin. Em bang li hemû partî û kesayetiyên êzîdî dikin ku di bin sîwanekî de kom bibin û li dijî êrîşan bibin yek. Nerîna xwe bikin yek. Xebatekê wisa bimeşînin ku ev êrîş bên rawestdandin. "