Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bûGaza xwezayî ji sedî 100 zem bû 2020-01-30 09:12:30 AMED – Welatiyên Amedê ji ber ku qeyrana aborî du qat zêde bûye êdî deyn dikin û debara xwe dikin. Malbatên ku berê fatureya gaza xwezayî 50 TL didan niha 100 TL’yî didin. Yên beriya qeyûm fatureya avê 20 TL didan niha 50 TL’yî didin. Hin malbat jî deynan li deynan digire.  Me bandora qeyrana aborî ji welatiyên Amedê pirsî. Welatiyan jî pirsên me bersivandin û diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî fatureyên av, ceyran û gaza xwezayî du qat zêde bûne û aliyê din ji ber kar tune betal in an jî bi erzanî dişixûlin.    Ji welatiyan Yilmaz Kaplan ê 19 salî diyar kir ku di mala wan de 7 kes bi heqdestek asgarî dijîn û wiha got: “Bi zemên tên kirin em nikarin debara xwe bikin. Mala me jî di kirê de ye. Em li hemberî zema ne. Faturaya avê tê 150-200 TL. Heqdestê asgarî tu yê bidî avê, ceyranê, gaza xwezayî. Em nikarin fatureyan di mehekê de bidin. Dikeve ser hev. Mehekê didin malê mehekê didin fatureyan.” Kaplan, anî ziman ku berê bi asgarî ucretê dikarî bijîn û wiha berdewam kir: “Di beruka me de pere diman. Faturayên ceyranê kêm dihatin. Niha tu lê dinêrî 200-250 tê. Ji her tiştî re zam hat. Di vê qeyranê de nikarin tiştekê bikirin. Berpirsyarê van tiştan AKP ye.”   ‘MILET ÊDÎ NIKARE TIŞTEKÊ BIKIRE’   Habîp Aydin ê 20 salî jî da zanîn ku di malê de 8 kes dijîn û tenê bavê wan kar dike û wiha got: “Bavê min karê bazarvaniyê dike. Di malê de ew tenê dixebite. Milet êdî ji bazarê jî nikare tiştekî bikire.” Aydin, bal kişand ser faturayên ku jê re zam hatî kirin û wiha got: “Em bêjin ji gaza xwezayî re 50 TL dihatin niha 100 TL tên. Pereyê ku di berûka me de nîviyê wê em didin fatureyan. Di berûka me de pere namîne. Em nikarin debara xwe bikin.” Aydin, diyar kir ku berpirsyarê vê qeyrana aborî Serokomar Recep Tayîp Erdogan e û wiha got: “Ji her tiştî re zam hatiye em vê qebûl nakin. Cilên li ser me yên saleke ne nikarin yên nû bikerin.” Mehmet Can Erdem, dest nîşan kir ku 9 kes di malê de dijîn û wiha axivî: “Hinek kes di nav civakê de hene ku muhtacê nanekê ne. Di kolana de birçî ne. Ji bo ku melzemeyê karê avahiyê biha bûye ew jî sekiniye. Zarokên me hemû bêkar man e li malê rûniştine.”   ‘500 TL FATUREYA CEYRANÊ JI ME RE HATIYE’   Fîdan Gezer a 34 salî jî da zanîn ku di xaniyekî du ode de bi 6 kesan re dijî û wiha got: “Xwesiya min astengdar e di nav destê me de ye. Rapora wê hebû lê dewletê betal kiriye û alîkariyê nake. Debar zehmet bûye. Sê zarok jî dibistan dixwînin. Alikariyek jî tune ye.” Gezer, anî ziman ku zam li ser zamê tê lê tu debara gel tune ye û wiha berdewam kir: “500 TL faturaya ceyranê ji me re hatiye. Ez ê çawa bidim. Dibêjin hûn nedin dê ceyrana we were birîn. Hûn çawa van zama dikin derfêtê kar kirinê jî ji me re ava bikin. Him kar nadin hem jî ji her tiştî re zam tînin. Em ê çawa ji wan memnûn bin. Hinek mal hene ava firingiya li ser nan didin û dixwin. Ev mirov ne guneh in. Hûn çawa zam dikin ji van mirovan re kar jî bidin.”   ‘SEBEBÊ QEYRANÊ ŞER E’   Bakî Sapan ê 60 salî jî diyar kir ku meaşekî ku wergire tune ye û got: “Mehê 200 TL ceyran ji min re tê. Ji xwe em nikarin sebze bistînin. Ji ber ku tu kar tune ye. Dema ku înşeat nexibitin karê me jî tune ye. Em niha birçî ne li ber diwar sekinî ne.” Sapan, da zanîn ku di kirê de ne û wiha domand: “Sebebê vê qeyranê şer e. Pereyî ji me digirin û didin şer.”   ‘FATURAYAN BI DEYNA DIDIN’   Hasîbe Duruk a 75 salî jî bilêvkir ku nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Faturayên ceyranê 70 TL 100 TL tên. Meaşê ku digirin nikarin pê faturayên xwe bidin em faturyan bi deyna didin. Deyn bi deyna rast dibe. Em ji wî distînin didin wî îdareya xwe wisa dikin.” Melek Suren a 50 salî jî da zanîn ku di malê de ji ber ku kar nîne kes naxebite û wiha got: “Em di kirê de ne, faturayên av û ceyranê jî bi zorê didin. Av jî ceyran jî pir tê.”   ‘JI BER QEYÛM FATURA ZÊDE BÛYE’   Kader Anar a 36 salî jî dest nîşan kir ku 6 kes di malê de dijîn, hevjînê wê naxebite û wiha axivî: “Mala me jî di kirê de ye. Em bi zorê debarê dikin. Qeyrana aborî herkes mehf kiriye. Bi taybetî jî heyfa van ciwanane.” Anar, diyar kir ku avê kêm bikartînîn jî 50-60 TL heqê avê tê û wiha berdewam kir: “Berê 10-15 TL dihat heqê avê, ji ber ku qeyûm hat niha fatura 50 TL tê. Çima vî pereyî ji feqîran digirin.”   ‘FATURA KETINE SER HEV NIKARIN BIDIN’   Remziye Karagoz a 40 salî jî bal kişand ser zamên av, ceyran û xwarinê û wiha got: “Em ji van zaman ne memnunin û naxwazin. Ez û zarokê xwe tenê di mal de ne. Tenê dixebitim. Di rewşeke zor de ne. Du-sê faturayên me ketine ser hev em nikarin bidin. Em ji qirka xwe kêm dikin didin fatureyan. Îro 150 TL heqê fatureya min hatibû. Bi zorê min komkir û da. Jiyan zor bûye.” Karagoz diyar kir ku ji ber şer çêdibe zam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêkarî pir e. Rewşa gel nebaş e. Em ne zamê dixwazin ne jî şer dixwazin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Mehmet Aslan