Li Meletî û Xarpêtê dê dibistan di 10'ê Sibatê de vebibin 2020-01-29 16:01:13   XARPÊT - Hat diyarkirin ku li Xarpêt û navçeyên Doganyol, Şîro, Qale û Battalgazî yên Meletiyê dibistana di 10'ê Sibatê de vebibin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Wezîre Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm, Wezîra Xizmetên Civak, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku li herêma erdhejê ne, li Walitiya Xarpêtê civîna çapameniyê li dar xistin. Soylû têkildarî vebûna dibistanan diyar kir ku bi waliyên Xarpêt û Meletiyê re hevdîtin kiriye û li tevahiya Xarpêt û navçeyên Doganyol, Şîro, Qale û Battalgazî yên Meletiyê dibistana di 10'ê Sibatê de vebibin.    Her wiha Soylû, da zanîn ku ji bo hemû malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane 10 hezat TL û ji bo kesên birîndar jî hezar TL alîkarî kirine.