Angaşta jina ciwan hewl daye întîhar bike 2020-01-29 15:53:04   AMED – Hat angaştkirin ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Z. Yilmaz a 17 salî hewl daye întîhar bike.    Hat angaştkirin ku Z. Yilmaz a 17 salî ku li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê rûdinê hewl daye bi çeke întîhar bike. Z. Yilmaz bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê dermankirina wê didome.