Ocalan got: DYA çareseriyê nîne, tenê çare Konfederalizma Demokratîk e 2020-01-29 15:08:00   STENBOL - "Plana Aştiyê ya Rojhilata Navîn" ya Trump a du dewletan, ji xeynî Îsrailê tu welat kêfxweş nekir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi salan berê got “Heta hişmendiya 'netew dewletê' neyê derbaskirin, tu proje li Rohilata Navîn bi ser nakevin. Tu proje nikarin Rojhilata Navîn ji şer û kaosê rizgar bikin. Tenê çareserî Konfederalizma Demokratîk e."    Serokdewletê DYA'Yê Donald Trump, têkildarî çareseriya navbera Îsraîl  û Filistinê duh plana “Peymana Sedsalê" aşkere kir. Fîlîstînê, plana DYA ya ku ji xeynî Îsraîlê piştgiriyê nade tu kesî, bi tundî red kir. Trump, di 'Plana Aştiyê' de Kudusê wekî paytextê Îsrailê yê nayê perçekirin pênase kir. Qudusa Rojhilat ku wekî paytextê Filistinê tê zanîn pêşkêş dike. Lê Qudus a wekî paytextê Filistinê ye pêşkêş dike, bi Abu Dis bi sînor e.    Li gorî planê, axa dewleta Fîlîstînê ya bê avakirin, li gel ku ji halê berê duqat zêdetir e jî, Geliyê Urdunê ya li Şeriaya Rojava, ji Îsraîlê re tê hiştin. Li aliyê din di rewşa heyî de, cihên ku ji aliyê şêniyên Îsraîlê ve hatiye avakirin, di kontrola Îsraîlê de tên girtin. Penaberên Fîlîstînî yên ji cihê xwe hatine koçkirin jî dê nikaribin vegerin Îsraîlê. Dê vegerin axa dewleta Filistinê. Li gorî "Plana Aştiyê" ku Trump wekî “Plana sedsalê" pênase dike, dê dewleta Filistinê nebe xwedî artêş. Dê bi Hamas ku hêj di kontrola Şerîda Gazze de ye, dê bêçek bikin.    ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê kirin, bi taybeti ji bo hewldanên DYA'yê yên ji bo Qudus a ji bo sê olên semawî pîroz tên dîtin, wekî hewldana provokatif pênase dike wekî lîstika li ser Rojhilata Navîn digire dest. Ocalan, bi salan berê bal kişand ser plana DYA ya li Rojhilata Navîn û wiha gotibû: "Çareserî ne plana DYA ye. Çareserî Konfederalizma demokratîk e."    Ocalan, li girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di sala 2012'an de di pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratik" de analîzên xwe yên ji bo çareseriya Rojhilata Navîn pêşkêş kiribû. Ocalan, di beşek pirtûka xwe de bal dikişîne ser plan û polîtîkayên DYA yên li ser Rojhilata Navîn û destnîşan dike ku tu armanca çareseriyê tune ye. Ocalan ji bo plana DYA ya li Rojhilata Navîn ev tişt gotibû. “DYA piştî salên 1990'î wekî eniya bi tenê xwe derxist pêş, bi ceribeyên xwe, ket Rojhilata Navîn. Lê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP)  her roj tê lêpirsînkirin. Cihê Kurdan ê di projeyê de mijara herî girîng e. Kurd di têkiliyên DYA û Îsrailê de her ku diçe dibe xwedî cihekî stratejîk. DYA neçar dimîne ku hesabê vê yekê yê li ser herêmê hesab bike. Niha ketiye dema ku bêtir serê xwe li ser têkiliyên Kurt-Ereb, Kurt-Îran, Kurd-Tirk bibin.    ŞENSA SERKEFTINÊ TUNE    Ocalan di pirtûkê de diyar dike ku DYA dixwaze prajeya BOP'ê nûjen bike, lê ev yek nabe çareserî. Ocalan, da zanîn ku projeya DYA li ser esasê netew-dewletê ye û ev yek ne çarekerî ye û wiha nivîsî bû: "Çareserî Konfederalizma Demokratîk e. Heta hişê Dewlet-Neteweyê neşê derbas kirin, tu proje li Rojhilata Navîn nikarin encam bigirin. DYA ku bi hêza hegegom a herêmi hem li Îranê û hem jî li Tirkiyeyê bi destê Hizbullah û El Kaide şerê axê dimeşîne dê mijarê bêtir kûr bike. Hesabên komplo jî her kêlî dibe. Rewşa ku Rojhilata Navîn xistinê li ber çavan e. Ger ku hişmendiya Modernîteya Demokratik, Neteweya Demokratik û Xweseriya Demokratîk têkeve meriyetê, ev rewşa kaotik de bi dawî bibe. Çareserî modela azadîparêz û demokratik e. Paradigmaya nû ye.    Ocalan, di hevditina 15'ê Kanûna 2004'an de ji bi rêya parêzeran ev tesbît kiribû: “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ya DYA, dixwaze netew dewlet û nijadperestiyê pêş bixe. Dixwaze neteweyan bîne hemberî hev. Dixwaze bi vê yekê bêtir li Rojhilata Navîn serdest bibe. Niha li Iraqê Sûnnî û şîîyan, li Tirkiyeyê Kurd û Tirkan tîne beramberî hev. li Sûriyeyê niijadperestiya Sûnnî, Durzî, Elevî, Kurtan heye. Li Îranê nijadperestiya Ezeri, Fars û e Kurdan heye. Ji ber vê yekê çareseriya bi tenê Konfederalizma Demokratîk e."    MA / Ferhat Çelik