Platforma Tenduristiyê: Divê xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî bê dayîn 2020-01-29 14:03:40 AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî xizmeta bi zimanê kurdî ya tenduristiyê daxuyanî da û diyar kir ku zimanê kurdî yê tenduristiyê tê binpêkirin û xwest zimanê kurdî li qada tenduristiyê demildest bikeve meriyetê.  Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, MEZ-DER û SHU-DER’ê pêk tê bi boneya xizmeta zimanê zikmakî ya tenduristiyê li avahiya Şaxa SES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên saziyên pêkhateyên Platformê ne beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya kurdî rêveberê Odeya Bijîşkan Orhan Îlîm xwend û ya tirkî jî rêveberê SES’ê Mahfuz Karaaslan xwend.    ‘MAFÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ TÊ BINPÊKIRIN’    Îlîm da zanîn ku ziman rasterast bandorê li ser çawanî û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û wiha got: “Hevfêmkirina di tekilîya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de jî bandoreke mezin li ser çawanî û encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ji bona xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn. Mixabin li Tirkiyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin.”    ‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ BIRÎNDAR RIZGAR KIR’      Îlîm destnîşan kir ku her kesî dît ku di erdheja li Xarpêtê de rû da xebatkarê alîkariyê bi birîndar re bi zimanê zikmakî axivî û bi vî awayî birîndar hat rizgakirin û got: “Piştî vê bûyerê bi taybetî di xizmetên tenduristî, xizmetên gelemperî de giringîya zimanê zikmakî bêhtir hate ber çavan.”    Îlîm anî ziman ku ger ku nexweş bi zimanê zikmakî xwe îfade neke çîroka nexweşî û semptoman jî bi zelalî nayê femkirin û wiha domand: “Ev yek teşhîsê dijwartir dike û tedawîyê jî derengtir dike. Di rewşên lezgînî de kêmasîya têkiliyan pirsgirêkan hin zêdetir çê dikin. Em zanin kû di sêrî de di servîsên lezgînî di hemû beşên tenduristîyê de xizmeteke bi zimanê zikmakî wê encamên zutir û wesfdar pêk bîne.   DIVÊ NEXWEŞ DERD Û KULÊ XWE BI ZIMANÊ XWE BÎNE ZIMAN    Gava em peywira xwe tînin cîh tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cûdatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bo anamnezeke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bête danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman bipeyîve (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye). Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkilîya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û êşên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên zêdetir.”     Jixwe ji bo gel xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bigre tu hincet navê. (Herçiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna Tirkiyê li ber çavan were girtin, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn.”    ‘EM XIZMETA BI KURDÎ DIXWAZIN’    Îlîm di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin wiha got: “Di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin.     Em ji xizmên hemwelatîyên kû di erdheja Xarpêtê de jîyana xwe ji dest dane re sersaxî û birîndaran re şîfa dixwazin.  Bi tevî hemû encamên giran vê erdhejê giringîya xizmetên gelemperî ya bi zimanê zikmakî jî cardin derxiste pêşîya me.”