Elewiyên xwe avêtin stara Cemxaneyê: Alîkarî tê kirin lê fêdeya wê nageje me 2020-01-29 13:35:45 XARPÊT - Elewiyên ku li Xarpêtê xaniyên wan zerar dît û xwe avêtin stara Cemxaneyan, diyar kirin ku ji her aliyê Tirkiyeyê alîkarî ji wan re tê şandin, lê nikarin ji vê alîkariyê sûdê bigirin. Elewiyan xwestin demek berî demekê ew alîkarî bigêje destê wan û astengiyên li pêş alîkariyê bên rakirin.    Li Xarpêtê di 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hat. Li Xarpêt û Meletiyê bi giştî 41 mirov di bin kavilan de jiyana xwe ji desd dan. Hezar û 607 welatî jî birîndar bûn. Bi sedan xani xera bûn û bi hezaran welatî li derve man. Ji gelek bajar û navçeyan welatî, rêxistin, saziyên civakî, şaredarî alîkariyê dişînin. Lê rayedarên hikûmetê destûr nadin alîkarî bigêje welatiyan. Welatiyên elewî jî piştî xaniyên wan xera bûn xwe avêtin srata Cemxaneyê. Welatiyên elewî yên ji çar aliyên Tirkiyeyê alîkarî ji wan re tê şandin rastî astengiyên hikûmet û rayedarên dewletê tên. Rayedar dixwazin alîkarî bi rêya AFAD û Kizilayê bigêjin welatiyan.    Welatiyên Elewî yên li taxa Fevzî Çakmak a Xarpêtê dijîn, ji ber xaniyê wan zerar dîtin xwe avêtin stara Cemxaneya Ehlibeyt û El-Cemê. Welatiyên Elewî diyar kirin ku gelek alîkarî ji wan re tê şandin, lê alîkarîya tê şandin nagêje destê wan. Rayedar dixwazin alîkari bi reya AFAD û Kızılayê bigêje welatiyan. Welatiyê Elewî Hasan Ozdemir, anî ziman ku ziman ku alikariya tê şandin nagêje destê wan û wiha got: "2 rojin ji bo alîkariyê diçim û têm. Min tiştek negirt. Em navê xwe dinivîsin. lê tiştekî nadin me. Em dixwazin alîkariya tê şandin bi awayekî wek hev bê parvekirin.    Welatî Kiymet Geyîk (65), anî ziman ku bi taybetî pêdiviya kal û pîran ji alîkaiyê heye. Pêdiviya welatiyan ji alîkariyê heye. Pêdiviya me ji çadir, bataniye û zexîreyan heye. Di erdhejê de xaniyê me xera bûye. Lê cihê ez biçim lê bimînim tune ye. Ez ji neçarî li xaniyê xwe yê xerabe dijîm.    Welatî Naciye Yuk jî anî ziman ku 5 rojin li Cemxaneyê dijî û wiha got: "Kes alîkariyê nadin feqîran. Em dixwazin pêdiviyên me bên pêşwazîkirin.    Welatî Ganimet Kara û Yeter Kızıltaş jî anî ziman ku alîkarî ji wan re tê şandin, lê alîkarî nagêje destê wan.    MA / Mehmet Şah Oruç - Semra Turan