Buldan û Temellî jî di nav de ji bo 6 parlamenteran 10 fezleke şandin meclîsê 2020-01-29 12:55:16   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di navde der barê 6 parlamenteran de 10 fezleke amade kirin û pêşkêşi meclîsê kirin.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temellî jî di navde der barê 6 parlamenterên HDP'ê de 10 fezlekeyên destnedayînê amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin. Der barê Buldan de yek û der barê Temellî de jî 4 fezleke amadekirin. Der barê Hevserokê KCD'ê û parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk  de 2, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Musa Farisogullari û Semra Guzel de her yek û yek fezleke amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin.