ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-13 09:00:38 *Li Riya Armûşê, 4 jin hatin gel hev û li baxçeyê mala xwe Mala Tendûrê vekirin. Jin li ber stranan nan dipihêtin.  *Li navçeya Akdenîzê Fabrîkaya Rûn a Îngilîzê ku di salên 1900'î de hatiye çêkirin, niha ji ber bê eleqetiyê veguheriye kavilan. Niha ev der bûye cihwarê pêgirtiyên tiryakê.    * Li Tarsûsê Bîlal Balkarayê 60 salî ku 40 sal in hesin dikute û şikil didê wiha got: "Karê ku em dikin a rast di asasê xwe de karê paşveguherandinê ye, lê wek berê tu tahmek wê jî nemaye. Hema bêje qediyaye."    *Di Mîhrîcana Fîlman a Babel a Navnetewî ya 5'emîn de, ji 11 fîlmên ku xelat wergirtin 5 jê fîlmên kurdî bûn.   *Li Girtîgeha Xarpêtê, 42 roj in 6 girtiyên jin di grava birçîbûnê de ne. Satiye Ok, xwîşka Fethiye Oka girtî ev tişt gotin: "Nêzî 4 mehan e em tu agahiyê jê wernagirin. Daxwazên me yên ji bo hevdîtina bi Wezareta Dadê û dozgeriyê nayên bersivandin."    *Parlementerê HDP'î Ziya Pîr ji ber belgeyên ku der barê Girava Manê derketin holê bertekeke tund nîşanî hikûmetê da û wiha got: "Rizandinek heye. Li vir rewş tenê ne xeyrî ehlaqî ye, di heman demê de derhuqûqî ye jî. Divê kesên ev yek kirine bên darizandin."    *Girtiyê bi navê Mahmût Doner ê di Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê de ye, ji ber her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.    *Di ser qedexeya ku li Cizîrê hatibû îlankirin re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî cenazeyê 16 kesan nehatine dîtin. Malbat dixwazin kêlikek gorên zarokên wan jî hebin û anîn ziman ku cenazeyên zarokên wan li qada ku TOKÎ lê tên çêkirin bi xwe ye.   *Ji bo danişîna li Enqereyê hatibû xwestin ku Hevseorkê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi awayekî kelepçekirî bînin dadgehê. Wekîlê Serokatiya Meclîsê Ahmet Aydin ji bo pêşniyaznameya di vî warî de hatibû dayîn ev bersiv da: "Li gor derfetan çi ji destê me tê em dikin û em bi hesasiyetî tev digerin."    *Çapemeniya hewzê di 6'ê Kanûnê de bi sernavê "Navenda ragihandinê ya PKK'ê ya li Silopiyayê hat rûxandin" nûçeyek weşand. Derket holê ku tu rastiyeke vê nûçeyê tune ye. Ji ber bûyera ku 4 meh berê qewimî û tu eleqeya wê bi rêxistinê re tune ye, der barê 3 kesan de dosya hat amade kirin û piştî li her sê kesan herkê 20 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn, dosye hat girtin.    *Nesîbe Curga li navçeya Artemêtanê kel û pelên elektronîk çê dike û bi vê xebata xwe dilê jinan şa dike. Ji destên Curga pense û qablo nakeve û alavên elektronîkî tamîr dike. Beyî ku guu bide nêrînên şaşwaz, ji xwe re dixebite.   *Riya goma Orîte ya gundê Kotrasîn ê girêdayî Colemêrgê ku di salên 90’î de leşkeran ew vala kirin, piştî gundî cardin vegeriyan gundê xwe cardin bi hincetên “Ewlekariyê” hat girtin. Hevjinên hev Asiye û Azîz Kaya yên bi tena serê xwe li gund man, heya zivistan diqede têkiliya wan bi cîhanê re qut dibe.     *Li gundê Haskoy ê Erdexanê ku gelheya wê 750 kes e ji ber nebûna ava vexwarinê û şebekeya kanalizasyonê gundî di orta zivistanê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Gundiyan da zanîn ku derdê xwe ji Walîtiya Erdexanê re gotine, lê walî daxwaza wan red kiriye û wiha bersiv daye wan: “Ez dizanim we deng dane kê."    *Karkerên tekstîlê, diyar kirin ku pirsgirêka wan a herî bingehîn pirsgirêka aboriyê ye û xwestin ji bo wek mirovan bijîn bila meaşê kêmtirîn bibe 2 hezar û 300 TL.     * Danişîna doza Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan dê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)    * Danişîna doza Berkin Elvan ê bi guleya polîsan hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê têkildarî Kampanya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ya bi daxwaze bila OHAL bê rakirin civîna çpaemeniyê pêk bîne. (12.30)   * Çalakiyên ÎHD û THİV'ê yên di çarçoveya hefteya mafên mirovan de dê li gelek navendan pêk bê. (15:00)