ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-29 09:00:01 * Dîwana Mûhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tespît kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2018'an di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de, 112 milyon û 41 hezar û 600 TL ketiye bin deyn.  * Piştî erdheja li Xarpêtê, nîqaşên derbarê pereyên ku heta niha di bin navê baca erdhejê de hatine berhevkirin bûn cihê nîqaşan. Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatûn got: "Ev bac, ji bo avahiyên ku ji ber erdhejê xesar dîtine an jî başkirina avahiyên qaçax û tedvîrgirtinê nehatiye bi kar anîn".    * Girtiyên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê, diyar kirin ku jimariya şipyakî li wan tê ferzkirin û binpêkirinên mafan bi raya giştî re parve kirin.    * Li Wêranşarê, ceryan tim diçe û tê. Ji ber vê Mûstafa Zîncîrkiranê ku nexweşîna KOAH'ê lê peyda bûye bêbêhn dimîne. Zîncîrkiran, got: "Gava ceryan diçe, makîne naşoxule û bêhna min dernayê".    * Serokê AKP'î yê Bajaroka Sêgirkê Tamer Bûlût, demek berê ji bo karê oto galeriyê bike dikanek bi kirê kiribû. Lê belê paşê bêyî ku xwediyê dikanê destûrê bide tabelaya Serokatiya AKP'ê ya Sêgirkê daliqandiye.    *  Li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê, di 25'ê Çileyê de Huseyîn Polat ê 52 salî ji ber xwînîbûna madeyê jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku Polat ji ber hin îhmalkariyan jiyana xwe ji dest daye. Ewilî bi îdiaya li nexweşxaneya dewletê 'cih tuneye' Polat, li nexweşxaneyê nemaye û paşê gava wî sewqî nexweşxaneyên din dikin li wir jî ji ber ku nexweşxane tije bûne nebirine û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Birayê wî got wê rayedarên girtîgehê gilî bikin.    * Hasan Mûhammed Îbîş ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê de ye, diyar kir ku di hucreya yekkesî de "jimartina li ser pêya" lê tê ferzkirin. Her wiha li Îbrahîm Sutçu yê di hucerya yekkesî de ye jî cezayê hucreyê hatiye birîn.    * Leşkerê ku karsazê kurd Abdullah Canan bi îşkenceyê li qereqolê kuşt tevî biryara dadgehê jî hat berdan. Kurê Canan, Tayyup Canan ê 24 sal in têkoşîna hiqûqî birêve dibe got: “Cenazeyê bavê min bi zanebûn roja cejnê dan me. Ji wê rojê şûnve êdî me qet cejnan pîroz nekir.”    * Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya xizmeta zimanê zikmakî ya tenduristiyê dê li şaxa SES'ê ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Şaxa 2'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikişîne ser îxracên KHK'ê dê li Karşiyaka ya Îzmirê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)   * Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê dê di 20'emîn salvegera avakirina xwe de li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşlî ya Stenbolê dê şahiyekê li dar bixin. (19.00)