Artêşa Sûriyeyê ket Idbilê Tirkiye: Em ê bi tundî bersîvê bidin 2020-01-28 19:40:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Rejîma Sûriyeyê ket bajaroka Maaret El Numan a Başûrê Idlibê. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Şam hişyar kir û got: "Em dê bi tundî bersîv bidin   Artêşa Rejîma Sûriyeyê ket bajaroka Maaret El Nûman a Başûrê Idlibê. Ev bajarok ji bo Idlibê cihekî stratejîk e. Piştî Artêşa Sûriyeyê ket Idlibê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got 'Em ê bi awayekî dijwar bersîv bidin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bi awayekî nivîskî daxuyanî da û got: "Di 2'ê Çileya 2020'an de agirbest hatiye îlankirin. Li gel vê agirbestê rejîm ji hewa û bejayê ve Idlibê bombe dike. êrîşên ku nokteyên me yên çavdêriyê têxin talûkeyê em dê li dijî van êrîşan bê fikar bersîva hişk bidin."