Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin 2020-01-28 16:09:08   DERSIM – Xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ya ji 5’ê çile ve winda ye didomin.    Li Dersimê ji 5’ê çile ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû nayê girtin û winda ye. Xebatên lêgerîna Dokû di roja 24’emîn de berdewam dike. Ekîbên AFAD’ê xebata dîtina Dokû li derdora Bendava Uzunçayirê didomîn in û dixwazin xwe bigihînin rêç ango şopa wê.    Malbata Dokû destnîşan kir ku ew ji nêz ve xebatên dîtina keça xwe dişopînin û tehamula wan êdî nemaye. Malbatê got dozger ji wan re gotiye ew texmîn dikin ku keça wan di gola bendavê de ye.