Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû 2020-01-28 15:47:08 MÊRSÎN – Akademiya Ma Musicê piştî Edeneyê li Mêrsînê jî bi zarokan re hat gel hev û kargeha rîtimê li dar xist. Akademiya Ma Musicê ya li Amedê xebatên hunerî birêve dibe, piştî Edeneyê li Mêrsînê bi zarokan re hat gel hev. Akademî bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk û li her deverê muzîk” li Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê kargeha rîtima zarokan li dar xist. Gelek zarok beşdarî çalakiya hunerî bûn û perwerdekaran dersên drama, darbuka û muzîkê bi zimanê kurdî da zarokan.    Xebata kargeha Akademiyê ya li Edeneyê û Mêrsînê bi dawî bû.