‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê' 2020-01-28 15:38:12   AMED  - Baroya Amedê ku li herêma erdhejê lêkolînan kir, diyar kir ku ji gelek deveran alîkarî hatiye Xarpêtê lê hatiye dîtin ku alîkarî negihîştiye hin mexdûrên erdhejê.   Serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Dîlok û Trabzon û endamên Lîjneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Asûde Şenol û Fîlîz Saraç, li herêma erdhejê ya Xarpêtê lêkolînan kirin. Baroya Amedê, têkildarî lêkolînên ku kirine daxuyanî da û diyar kir ku li Taxa Sursuriyê ya bajar di cih de lêkolînan kirine. Baroyê da zanîn ku li konên ku ji aliyê Kizilayê ve hatine vedan hevdîtinan kirine. Hatiye dîtin ku ji gelek bajaran alîkarî hatiye bajar. Lê alîkarî negihîştiye hin mexdûrên erdhejê. Li konan ceyran tunebû, sobayên ku hatibûn belavkirin negihîştibûn hin konan, li konan hin mexdûrên erdhejê bi derfetên xwe sobeyan kiribûn û xwe germ dikirin."