‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’ 2020-01-28 15:23:05   ENQERE – Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen di meha 97’emîn a Komkujiya Roboskî de diyar kir ku kujerên komkujiyê bi bêcezakirinê tên xelatkirin û ew ê dest ji îtîrazkirinê bernedin.    Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di meha 97’emîn a Komkujiya Roboskî de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn û rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî xwend.    Çevîrmen diyar kir ku ji bo gelek komkujiyên li Tirkiyê pêk hatin edalet nehatiye pêkanîn û got: “Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hatiye xelatkirin. Helbet ên mirî dê paş de neyên. Lê heke darizandin bihatana kirin û berpirsiyaran derxistina pêşberî darazê û bihatana cezakirin, wê baweriya malbatên Roboskî û aliyên li edaletê digerin winda nebûya. Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyê jî. Em ê mafê xwe yê îtîrazê bênavber bikar bînin.”