Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-01-28 14:56:33   STENBOL - Yek ji avakarên ÎHD’ê nivîskar û weşankar Ayşe Nûr Zarakolû, di salvegera 18’emîn mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.   Yek ji avakarên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) nivîskar û weşankar Ayşe Nûr Zarakolû, di salvegera 18’emîn mirina xwe de, li ser gora xwe ya li Goristina Kozlû ya Zeytînbûrnû ji aliyê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ve hat bibîranîn. Kurê Zarakolû Sînan Zarakolû û gelek kes beşdarî bîranînê bûn û çîçek danîn ser gora wê.    Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yûrtsever, di bîranînê de axivî û wiha got: “Zarakolû di tevahiya jiyana xwe de her tim ji bo maf û azadiyan têkoşiya. Têkoşîna wê pêşeroj û roja me ronî dike. Ayşe Nûr tim bû dengê girtiyan. Li ser mijarên qedexekirî pirtûk derxistin. Ji bo azadiya ramanê têkoşiya. Ji ber vê derbarê wê de gelek doz hatin vekirin û di girtîgehê de ma. Em wê bi rêzdarî bibîr tînin.” Yek ji hevalên nêz ên Zarakolû parêzvanê mafê mirovan Hûlîsî Zeynel jî, diyar kir ku Ayşe Nûr di hemû qadên jiyanê de bi fedekarî xebitî. Jinek fedekar bû. Li ser mirovên di dema 12’ê Îlona 1980’î de ketin girtîgehan kedek wê ya mezin heye. Mirina wê pir zû bû û pir bi êş bû.”   Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.