Dozger ji Velî Encu re ceza xwest 2020-01-28 13:48:29   ŞIRNEX - 3'emîn danişîna doza Serokê Komeleya Roboskê Velî Encu û hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr jî di navde 5 kesên tên darizandin hat dîtin. Dozger der barê Encu û 3 kesên din ceza xwest.    3'emîn danişîna doza Velî Encu yê di komkujiya Roboskê ya 34 kes hatin qetilkirin de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kirin, Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demir, Salih Kerçin, Mazlum Guzel û Şehmus Kerçin ku girtî tên darizandin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişînê de parêzer û girtî li salonê amade bûn. Dozger der barê Velî Encû û 3 kesên din de ceza xwest. Dadgehê piştî parastinê doz taloqî 30'ê Çile kir û dê di 30'ê çile de biryarê bide.