HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da 2020-01-28 13:43:45   ÎZMÎR - Parlamenter Serpîl Kemalbaya bertek nîşanî binçavkirinên rêveberên HDP’ê da û got: “Dixwazin HDP’ê weke  sûc nîşan bidin.”   Di heftiya derbas bûyî de, rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê jî di nav de bi giştî 24 kes hatibûn binçavkirin. Rêxistina HDP’ê ev binçavkirin, şermezar kirin. Civîna daxuyaniyê li avahiya partiyê hat lidarxistin û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya  Îzmîrê Kadîr Baydûr di civînê de axivî.    Baydûr, diyar kir ku desthilatdarî, di serî de HDP’ê hewl dide hemû mûxalîfên civakî û demokratîk teslîm bigire û ji bo vê yekê serî li hemû rêbazên ne hiqûqî dide.    Baydûr, da zanîn ku kursiyê desthilatdariyê ji ber krîzên aborî û civakî dihêje û wiha g ot: “Ji ber vê êrîş dike, mirovan binçav dike û digire. Lê emê tu carî li hemberî binçavkirin û girtinan serî netewînin û teslîm nebin. HDP hêviye û pêşeroja vî welatiye. Xwedîn vîn û baweriyê ye. Hêza xwe tenê ji gel distîne. Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin ku piştgiriyek xurt bidin HDP’ê”    ‘WALÎTIYA ÎZMÎRÊ SÛC DIKE’   Dûre parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbaya axivî û wiha got: “Bi êrîş û zextên li dijî partiya me hewl didin ku xebatên me asteng bikin. Weke ku xebatên HDP’ê sûc bin, lanse dikin. Walîtiya Îzmîrê û Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê qanûnan bin pê û sûc dikin. Em desthilatdariyê vedixwînin hiqûqê. Em li dijî hemû êrîşan li ser xwe bidin. Di vir de piştevaniya hêzên demokrasiyê girînge.”   Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.