Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin 2020-01-28 12:54:57   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, 15 rojên din qedexeya  çalakiyan ên li bajêr, dirêj kir.    Walîtiya Colemêrgê, bê navber li bajê çalakiyan qedexe dike û bi van qedexeyan welatî bêzar kiriye. Walîtiyê 15 rojên din qedexeya çalakiyan ên li bajêr dirêj kir. Walîtiyê diyar kir ku ji 29’ê Çile heya 12’yê Sibata 2020’an, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, kon vedan, kampanyayên îmzeyan li darxistin û belavok belavkirin qedexe kirin.