Operasyona li Lîcê bi dawî bû 2020-01-28 11:05:57   AMED - Operasona leşkerî ya li çoltera navçeya Lîcê dest pê kiribû bi dawî bû.    Li herêmên Mahmût û Kilê Boga yên gundên Spênî ya girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê, di saetên serê sibê yên 27’ê Çile de operasyona leşkerî bi piştevaiya helîkopteran dest pê kiribû. Hat diyar kirin ku li herêma operasyonê helîkopteran hin cih gulebaran kirin û yekîneyên taybet ên danîbûn herêmê jî 2 roj li herêmê mane. Hat dest nîşan kirin ku liv û tevgera helîkopteran an herêmê dewam dike û operasyona leşkerî di saetên şevê de bi dawî bûye.