Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin 2020-01-28 10:55:57 RIHA - Îdîanameya zaroka 14 salî ya li Sîweregê ji aliyê bira û xalê xwe ve hatibû tecawîzkirin, hat qebûlkirin û yekemîn danişîna dozê wê di 10’ê Adarê de bê dîtin.  Li navçeya Sîwereg a Rihayê zaroka 14 salî A.B. ji aliyê xalê xwe yê kor û birayê xwe ve hatibû tecawîzkirin. Piştî ku bûyera tecawîzê deket holê lêpirsîn hatibû vekirin. Di encama lêpirsînê de îdîanema hat amedekirin û qebûl kirin. Danişîna doza zaroka 14 salî A.B. wê  di 10’ê Adarê de bê dîtin.    A.B. piştî tecawîzê nexweş dike, malbat wê dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê û li nexweşxanê derdikeve holê ku rastî tecawizê hatiye. A.B. di îfade dide de, diyar dike ku ji aliyê bira û xalê xwe yê kor ve rastî tecawîzê hatiye. Li ser vê yekê xal û birayê wê tên binçavkirin û dûre tên girtin.    Îdîanemeya derbarê bûyerê de hat  amedekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê ve hat qebûlkirin û roja danişînê weke 10’ê Adara 2020’an diyar kir.    Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Rihayê ji bo ku mudaxilê dozê bibe wê serlêdan bike.