'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne' 2020-01-28 09:01:34 İSTANBUL - Rojnamevan Îslam Ozkan, teskereya Lîbyayê nirxand. Ozkan, destnîşan kir ku heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çeteyên cîhadparêz birine Lîbyayê, wê Tirkiye bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne.  Rojnamevan Îslam Ozkan, rewşa li Lîbyayê û teskereya Tirkiyeyê ya ji bo Lîbyayê nirxand.    Ozkan, anî ziman ku Tirkiye ji destpêkê ve piştgiriyê dide hikûmeta Tarblûsê û dixwaze di ser vê hikûmetê re hin tiştan bike. Ozkan, diyar kir ku qebûlkirina teskereyê vê yekê nîşan dide û got: "Helbet hîn li wir neserketineke aşkere nebûye. Hikûmeta Tirkiyeyê wekî tiştekî cidî be Konferansa Berlînê dide pêş. Lê belê ev mirov nikare bibêje ku ji bo agirbestê titştekî serketî ye. Yanî Konferansa Berlînê tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo wan jî neserketinek e. Li ser serketinê nehatiye sêwirandin".    ‘JI BO SERKETINÊ NEHATIYE KIRIN'    Ozkan, anî ziman ku Konferansa Berlînê ne konferansaeke ku ji bo serketinê hatibe kirin û got, ev wekî peymanekê hatiye kirin. Ozkan, got: "Li Lîbyayê ji bo agirbestê, navbeynkariyê hevdîtin nehatin kirin. Yanî bi awayekî dîplomasî nebû rojev. Beriya konferansê bi rojekê rayedaran, ne agiirbesteke temamî, agirbesteke demborî daxuyandin. Heman tişt di hevdîtina Tirkiye û Moskowayê d ejî çê bû. Yanî tu nîşane tunene ku mirov bêje hêzên navdewletî ji bo Lîbyayê agirbestê dixwazin. Ên li wir tev dixwazin hêla wan bi ser bikeve. Yanî li holê tiştekî wekî 'bira muzakere bibe, bira alîgir li dor maseyê rûnên' tuneye. Hêzên navdelwetî vîneke xurt nîşan nedane".    ‘PIRSGIRÊKEKE MEZIN'    Ozkan, destnîşan kir ku heger Rûsya û DYA, doza aştiyeke mayînd ebikin wê Suûdiya Erebîstan, Qetar û Tirkiye jî qaneh bibin û got: "Yanî li vira pirsgirêk pirsgirêka neyta aktorên navdewletî ye. DYA û Rûsya dixwazin Hefter bi se rbikeve. Neteweyên Yekbûyî hikûmeta Trablûsê qebûl kiriye. Lê belê dîsa jî her diçew rewabûna wê qels dibe. Konferansa Berlînê hinekî din jî pêşiya Hefter vekir. Yanî mirov dikare bêje ku Konferansa Berlînê hindik be jî diyar kir ku wê kîjan aktorên siyasî ji bo pêşeroja Lîbyayê bibin xwedîgotin. Ên tev li Konferansa Berlînê nebûn wê di pêşeroja Lîbyayê de ne xwedî gotin bin. Ên tev lê bûne wê xwedîgotin bin. Çimkî di civîneke navdewletî de ev yek tescîl kirin".    Ozkan, anî ziman ku li RojhilatÊ Behra Spî Tirkiye bi tena serê xwe maye û got: "Niha tenê Qetar û hikûmeta Trablûsê piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Yanî peymana ku bi Lîbyayê re îmze danenîne binî ber bi xetereyê ve diçe. Heger hêzên Hefter hikûmeta Tralûsê bi dest bixe wê berjewendiyên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Behra Spî derbê bixwin. Loma Tirkiye bi israr piştgiriyê dide hikûmeta Trablûsê. Bi rastî jî heger Hefter bi ser bikeve îhtimaleke mezin wê peymana Tirkiyeyê ya bi Lîbyayê re bê betalkirin. Hêêzn navdewletî, heta Konferansa Berlînê piştgirî dabin ku wê dîsa bidin wan. Berbiçav e ku li gor hikûmeta Trablûsê avantaja Hefter zêdetir e. Yanî dikare bêje Hefter înfazên bêdaraz kiriye, cinayet kirine, hevkarî bi hin komên cîhadîst re kiriye. Yanî Hefter pir bêrehm e. Guh nade hiqûq û qanûna navdewletî. Heta DYA'yê xwest derbarê Hefter de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê Hefter heta ku Trablûsê bi dets nexe wê nesekine".    Ozkan, îdiayên ku Tirkiye çeteyên cîhadparêz şandine Lîbyayê jî nirxand. Ozkan, destnîşan kir ku heger ev yek bê piştraskirin wê Tirkiye bi pirsgirêkên gelek mezin re rû bi rû bimîne. Ozkan, diyar kir ku lê belê tişta girîng ew e ku kî orgnîzasyonê dike û got: "Tirkiye dike? Hikûmeta Tarblûsê dike? Qetar dike? An jî ji xeynî dewletan organîzasyoneke din dike? Ev mijareke girîng e. Miheqeq tiliya dewletan tê de heye. Divê bê piştrastkirin. Heger bê piştrastkirin wê serê Tirkiyeyê têkeve belayê. Lê heger ev hêzên OSO bin, wê pir nebin cihê serêşiyê. Lê heger komên girêdayî EL Qaîde û DAIŞ'ê bin, wê rewş cuda be".    MA / Ferhat Çelîk