Li Xarpêtê avahiyên xesardîtî tên xerakirin 2020-01-27 20:39:38   XARPÊT - Li Xarpêtê piştî erdhejê avahiyên xesartîdî tên xerakirin.    Piştî erdheja li Sîvrîceya Xarpêtê, xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Di erdhejê de li Xarpêtê 37 û li Kefardîzê ya Meletiyê 4 bi giştî 41 kesî jiyana xwe ji dest da.    AFAD'ê daxuyand ku piştî erdhejê 951 erdhejên peyhate çê bûne. Her wiha AFAD'ê destnîşan kir ku li Xarpêt û Meletiyê 2 hezar û 945 heb avahî hilweşiyane û ji vana hezar û 287 heb avahî zêde xesar dîtine, 56 jê hindik xesar dîtine û 876 heb avahî jî pir hindik xesar dîtine. AFAD'ê, diyar kir ku wê pêşî 12 avahiyên pir xesar dîtî bên rûxandin û bi giştî jî wê 657 avahî bên xerakirin.    Li Taxa Mûstafapaşayê dest bi xerakirina 5 avahiyan hat kirin.