Di erdhejê de 41 kes mirin û hezar û 607 kes birîndar bûn 2020-01-27 16:21:40 XARPÊT - Di erdheja Xarpêtê de bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 607 kes birîndar bûn. Heta niha 128 kes ji bin enkazan derxistin. Di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdhej pêk hat. Li Xarpêtê piştî di 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hat, heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest da û Hezar û 607 kes jî birîndar bûn. Bi sedan xanî hilweşiyan. Li gorî daneyên AFAD'ê li Xarpêt û Meletiyê 76 avahî hilweşiyan û 645 avahiyan jî zerar dît. Piştî erdhej pêk hat, bi hezaran welatî li derve di nava şert û mercên zivistanê de dijîn. Li Xarpêtê ku serma dadikeve bin sifirê 10 pîleyan, welatî zahmetiyê dijîn.    Di lêkolînan de 3 kesên ji avahiya Dîlekê de asê mabun hatin rizgarkirin. Li gorî lêkolina AFAD'ê hemû kesên di bin enkazê de mabûn hatin derxstin. Ji Hezar û 607 kesên birîndar Hezar û 515 kes şandin malên wan. Heta niha 128 kesên ji bin kavilan hatin derxistin bi saxî hatin rizgarkirin. Bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan.   AFAD, diyar kir ku li Xarpêt û Meletiyê 2 hezar û 945 avahî lekolîn kirine û ji van avahiyan Hezar û 521 avahiyan zerar dîtine û 87 avahî hilweşiya ne. Hezar û 287 avahiyan bi giranî zerar dîtine. Dîsa tespît kirine ku divê 12 avahî bên xerakirin.