Hejmara miriyên erdheja Xarpêtê derket 40 kesî 2020-01-27 15:57:08 XARPÊT – Xebatên rizgarkirina welatiyên di bin kavilên avahiyên erdheja Xarpêtê de mane didomin. Cenazeyê kesek din jî ji bin xirbeya avahiyê hat derxistin. Hejmara miriyan gihîşt 40 kesî. Erdheja navenda wê navçeya Sîvrîceya Xarpêtê bû bi pileya 6.8 rû dabû. Piştî erdhejê xebatên rizgakirin û lêgerîna însanan di bin kavilên avahiyan de didome. Di lêgerîna li avahiya Dîlek a li taxa  Sursuru ya navenda Xarpêtê cenazeyê kesekî din jî hat dîtin. Bi vî cenazeyî re hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 40 kesî. Duh cenazeyê 3 kesan ji bin avahiya Dîlek hatibû derxistin. Tê texmînkirin ku kesek din jî di bin avahiyê de ye û xebatê lêgerînê didomin.