Endezyaran avahî lêkolîn kirin: Avahî ji ber bê kontrol tên avakirin hilweşiyan 2020-01-27 15:32:21 AMED - Koordînasyona Bajar a Amede ya TMMOB'ê piştî li herêma erdhejê lêkolîn kirin rapor amadekirin û aşkere kirin. TMMOB'ê di raporê de diyar kirin ku avahiyên hilweşiyan avakirina wan nehatiye kontrolkirin.  Lîjneya Koordinasyona Bajar (ÎKK) ya Amedê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), piştî di 24'ê Çile de li Xarpêtê erdhej pêk hat, heyetek ava kirin û çûn li Xarpêtê lêkolîn kirin.  Heyetê piştî lêkolîn kir, rapor amade kir. Heyeta TMMOB'ê ya Amedê rapor li Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) aşkere kir. Sekreterê ÎKK'ê yê TMMOB'a Amedê Dogan Hatun, diyar kir ku wan li navçeya Çunguş, Navenda Xarpêtê, Madenê û navçeya Xoxê lêkolîn kir. Rêveberê Şaxa Odeya Înşaetê ya Amedê Sevdet Acar jî rapora amade kiribû parve kir.    XETA FAYÊ 580 KM YE   Acar, anî ziman ku erdheja navenda wê Navçeya Xoxê ya Xarpêtê ye, mezinbûna wê 6.8'ê pêl in û 8.06 kilometre di zikê erdê de pêk hatiye û wiha got: "Li gorî daneyên AFAD'ê yên ewil 39 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hezar û 607 kes jî birîndar bûne. Heta niha 2 kes di bin kavilên xaniyan de mane. Dîsa gelek can û mal winda bûye. Li gorî daneyên endezyarên Jeolojiyê Zona Xeta Anatoliya Rojhilat (DAFZ), ji Kanîreşa Çewlîkê dest pê dike heta 580 kilometreyan ber bi Antakya ve dirêj dibe. Firehiya wê 4 25 kilometreye. Xeta deformasyonê ye. Ev xeta erdhejê her sal 7.9 mm/sal e.    Di 25'ê Çile de Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB'ê heyetek teknîk ava kiriye û li herêma erdhejê lêkolîn kiriye. Xisûsê ku hatine tespîtkirin wiha ye: "Li navçeya Madenê ya Xarpêtê di lêkolînê de di avahiyan de xezağr pêk nehatiye. Li hin avahiyan xisarên biçûk çêbûne. Li bajaroka Gezin a Madenê jî avahiya 6 qat bi tevahî hilweşiya ye. Li herêma enqazê bi qasî tê xwestin xizmeta endezyarî nehatiye kirin.   * Li navçeya Xoxê ya Xarpêtê jî lêkolîn hatiye kirin û di lêkolînê de gelek xaniyên xizarek mezin dîtine hene. Bi taybetî avahiyên nû hatine avakirin mizgeft û avahiyên cemaweriyê jî di navde zerarên cîddî dînine. Heyeta me agahiyên pêwist dane masa qrîzê û şaredariyê.    * Li lêkolînê de hatiye dîtin ku avahiyên hatine avakirin bê kontrol hatine avakirin. Li taxa Mustafapaşa 4 avahî û li taxa Sursurê 1 avahî bi giştî 5 avahî bi tevahî hatine hilweşandin. Lê ji ber yekîneyên AFAD'ê li ser enkazê lêkolîn dike bi awayekî berfireh lêkolîn nehat kirin. Di encama avakirina bê kontrol de avahî hilweşiya ne. Dîsa li herêmên lêkolîn û rizgarkirin tên kirin bi qasî tê xwestin kontrol nehatiye kirin. Nivîsgeha Taybet a Walîtiyê agahî nedane.    TEDBÎRÊN KU BI LEZ BÊN GIRTIN:      “* Divê avahiyên ji erdhejê zerar dîtibin û rîska wan heye bên tespîtkirin û bên valakirin.    * Divê yekîneyên AFAD, UMKE û AKUT'ê bi hevre di nava koordineyê de kar bikin. Lê li vir qrîzek mezin heye.  * Divê Rêveberiya Qrîzê ne bi hêzên ewlehiyê bi hêzên eleqeder bê avakirin.  * Divê rêxistinên sivîl û pîşeyî jî tev li masa qrîzê bên kirin.  * Divê alîkariya mirovahî neyê astengkirin.  * Divê gund jî li ber çavan bên girtin û xebatên xelasî û rizgariyê li gorî wê bên kirin.  * Divê hikûmet erka xwe ya yekemîn pêk bîne û neke mijara siyasetê.  * Divê hemû avahiyên ji erdhejê zerar dîtine bên lêkolînkirin û raporkirin.  * Divê avahiyên bi xizmeta endezyariyê nehatiye kirin neyên efokirin.  * Divê polîtîkayên îmarê ne li gorî rantê li gorî rastiya redhejê bê kirin.