Fermandarê Amerîkî yê bi Ebdî re hevdîtin pêk anî: Em ê xebata li gel hevkarên xwe bidomînin 2020-01-27 13:15:00 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Hêzên Rojhilata Navîn ên DYA’yê Frank McKenzie bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî. McKenzie got: “Ez nizanim em ê çiqas bimînin. Ji bilî ku em ê bi hevkarên xwe yên vir re bixebitin min tu fermanê nesitend.” Fermandarê Hêzên Rojhilata Navîn ên DYA’yê Frank McKenzie bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li tesîsek eskerî ya li rojhilatê Sûriyê pêk hat. McKenzie got: “Ebdî têkildarî piştevaniya ku DYA bide şervanên QSD’ê mîsogerî xwest.”    Fermandarê Amerîkî McKenzie da zanîn ku ew ê li dijî DAIŞ’ê wezîfeya xwe bidomînin û di parastina qadên petrolê de dê ji QSD’ê re bibin alîkar. McKenzie anî ziman ku di vê mijarê de sînorkirina demê nîne û got: “Em ê sed sal li vir nemînin. Bi rastî jî ez nizanim em ê çiqas li vir bimînin. Ji bilî ku em ê bi hevkarên xwe yên vir re bixebitin min tu fermanê nesitend.”