Dema înkar kir îtîraf kir: 894 qert hatine betalkirin 2020-01-27 12:03:55   STENBOL - Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettin Altun têkildarî qertên zer ên çapemeniyê yên hatin betalkirin îtîraf kir. Altun parast ku qert nehatine betalkirin, lê pêvajoya serlêdana 894 endamên çapemeniyê ya qertên zer didomin.   Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê gelek qertên zer ên xebatkarên çapemeniyê betal kiribûn. Piştî bertek zêde bûn hat diyar kirin ku biryara betalkirinê paşve kişandine. Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun, dema înkar kir û parast ku qertên zer nehatine belatkirin, îtîraf kir. Altun daxuyaniya nivîskî da û got: "Niha hêjmara xebatkarên çapemeniyê yên serlêdan kirine û serlêdana wan tê nirxandin 894 kes in.