AFAD'ê çadir dan, lê sobe û batanî nedan 2020-01-27 11:21:19 XARPÊT - Kizilay û AFAD'ê çadir li mexdûrên erdhejê belav kirin, lê batanî û sobe belav nekirin. Welatiyên ku xaniyê wan zerar dîtin û di çadiran de bi cih bûn, ji ber sobe û batanî tune nikarin xwe û zarokên xwe germ bikin. Welatiyan diyar kirin ku ji ber serma ew û zarokên xwe nikarin razên. Li Xarpêtê piştî di 24'ê Çile de erdheja hêza wê 6.8 pêl pêk hat, heta niha 39 kesan jiyana xwe ji dest da û Hezar û 607 kes jî birîndar bûn. Bi sedan xanî hilweşiyan. Li gorî daneyên AFAD'ê li Xarpêt û Meletiyê 76 avahî hilweşiyan û 645 avahiyan jî zerar dît. Niha 12 avahî jî divê bên xerakirin. Piştî erdhej pêk hat, bi hezaran welatî li derve di nava şert û mercên zivistanê de dijîn. Li Xarpêtê ku serma dadikeve bin sifirê 10 pîleyan, welatî zahmetiyê dijîn. Bi taybetî zarok ji ber serma zêde nikarin razên. Welatiyên li kolan û parkan şevê xwe derbas dikin, kartonan dişewitînin û xwe li ber agirê kartonan germ dikin.    Yek ji cihê welatî şeva xwe lê derbas dikin jî Parka Çandê ya Şaredariya Xarpêtê ya li ser Kolana Meletiyê ye. Li vir Kizilay û AFAD'ê çadir li welatiyan belav kir, lê ji bo germahiyê batanî û sobe li welatiyan belav nekiriye. Welatiyên li kolanan bi cih bûn nikarin xwe germ bikin. Li çadirên ku 6 kes lê bijîn 11 kes lê bi cih bûne. Welatiyên di çadiran de bi cih bûn ji ber nikarin xwe germ bikin nikarin razên. Her çend rayedarên hikûmetê diyar kirin ku pirsgirêkên wan tune û hemû pêdivî bersivandine jî, welatî nikarin di çadiran de xwe germ bikin. Zarok ji ber sermaya zêde nexweş dikevin. Ji ber welatî li parkê agir dadidin û dûxan zêde ye her der dibe dûxan. Ewlehiya parkê ji aliyê esker û polîsan ve tê kirin. Esker û polîs destûr nade ku ketin û derketina parkê bê kirin.    Dayika 3 zarokan Mine Kumaro, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan ê li taxa Sursuru deriziye û nikarin li malê bijîn. Kumaro, anî ziman ku 3 rojin li parkê di çadiran de dijîn, lê nikarin xwe û zarokên xwe germ bikin. Kumaro, da zanîn ku li çadirê ne sobe û ne jî bataniye heye û ji serma zarokên wan nikarin razên. Gelek zarok nexweş ketin.    Welatî Zuhtu Kardeşler ê xaniyê wan ê li taxa Rustem zerar dît jî nikare li xaniyê xwe bijî û li derve dijî. Kardeşler jî anî ziman ku ew hat parkê ku çadirê bistîne, lê çadir bi destê wî neket û wiha got: "Em li parkê li derve dijîn. Em nizanin em dê çi bikin."    Welatî Yusuf Çetîn jî anî ziman ku li çadirekê 11 kes dijîn û ji bo 11 kesan tenê 5 batanî dan wan. Çetîn, anî ziman ku bê çare li vir radewistin û ji ber xaniyê wan zerar dîtiye nikarin vegerin mala xwe.    MA / Mehmet Şah Oruç – Lezgin Akdeniz